Îraqê bertekeke tund da êrişên Amerîkayê: ‘Dijminatiya eşkere ye’

.

Hikûmeta Îraqê ragihand, di bombebarana Amerîkayê de endamekî hêzên ewlehiyê hatiye kuştin û 18 kes birîndar bûne.

Ofîsa Rojnamegeriyê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bombeberankirina baregehên grûpên çekdar ên nêzîkî Heşdi Şebiyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di nav birîndaran de sivîl jî hene.

“Dijminatiya eşkere ye”

Ofîsa Rojnamegeriyê ya Serokwezîrê Îraqê bertekeke tund nîşanî êrişê da û got:

“Em vê êrişê şermezar dikin ku baregehên leşkerên Îraqê kirine hedef.

Ev tiştê ku rû daye dijminatiya eşkere ye, ti sûda wê ji berjewendiyên hevpar ên dirêjdem û avakirina aramiyê re nîne.”

Ofîsa Rojnamegeriyê ya Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku êrişên bi rengî dê xisarê bidin pêwendiyên dualî û dê mana Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê aloz bikin.

Heman daxuyaniyê amaje pê kir ku Hikûmeta Îraqê bi rêya sazî û hêzên xwe yên fermî li hemberî wan grûpan radiweste ku êrişî baregehên leşkerî û dîplomatên biyanî.

Çi bûbû?

Doh bi dronê êrişî baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin û 3 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê derbarê êrişê de li ser kanala xwe ya Telegramê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku wan ev êriş pêk aniye.

Amerîkayê piştî vê yekê li Îraqê êrişî Hizbulahê kir.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin dagihand ku wan li Îraqê bersiveke “pêwîst û minasib” daye Lîwayên Hizbulahê.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla jî da zanîn ku wan bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro saet 04:45an êrişî 3 cihên Hizbulahê û grûpên din en çekdar kiriye.

Li gorî daxuyaniya Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla, “Tê çaverêkirin ku di van êrişan de hinek çekdarên Hizbulahê hatibin kuştin.”

“Em dê tim û daîm hêzên xwe biparêzin”

Michael Erik Kurilla amaje bi berpirsiyariya grûpên li Sûriye û Îraqê kir û da zanîn:

“Armanca vê êrişa me ya esmanî lawazkirina wan grûpan e. Em dê tim û daîm hêzên xwe biparêzin.”

Konseya Ewlehiya Niştimanî, Joe Biden ji vê êrişê agahdar kiriye, wî jî ferman daye Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ku amadekariyên êrişa bersivdayînê bikin.

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kiribû.

Artêşa Îsraîlê jî li hemberî vê yekê li Xezeyê bi dijwarî dest bi bombebaranê kir.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê herî kêm 100 carî rastî êrişan hatine.

Herwiha 8ê vê mehê bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir