Îraqê li ser vîzeya ji welatiyên Tirkiyeyê re biryareke nû stand

.

Hikûmeta Îraqê ji bo wan geştyarên Tirkiyeyê yên diçin Îraqê biryareke nû derxist.

Hikûmeta Îraqê jî her wekî Hikûmeta Tirkiyeyê biryar da ku vîzeyê ji hin geştyaran nexwaze.

Li gorî biryara Hikûmeta Îraqê, welatiyên Tirkiyeyê yên temenê wan ji 15 saliyê biçûktir û temenê wan ji 50 saliyê mêzintir dê bê vîze herin Îraq û Herêma Kurdistanê.

Ofîsa Serokwezîriya Îraqê li ser civîna îro ya Encûmena Wezîran daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di “çarçoveya prensîbên hevpar” de biryar hat dayîn ku dê welatiyên Tirkiyeyê yên temenê wan ji 15 salan biçûktir û welatiyên temenê wan ji 50 salan mezintir bê vîze serdana Îraqê bikin.

Naveroka biryara Encûmena Wezîrên Îraqê wiha ye:

"Hevwelatiyên Komara Tirkiyeyê yên ku xwediyê pasaporta asayî yên temenên wan ji 15 salî biçûktir û ji 50 salî mezintir in, li gorî prensîbên vegerê ji prosedurên vîzeyê û xerca ziyaretê bêpar in.”

Li gorî biryarê dê welatiyên Tirkiyeyê yên temenê wan ji 15 salî biçûktir û ji 50 salî mezintir li balafirgeh û deriyên sînorî bi vîzeyeke yek mehî dikarin li Îraqê û Herêma Kurdistanê bimînin.

Tirkiyeyê jî biryareke wisa standibû

Hikûmeta Îraqê biryar nedaye bê ka wê ev pêvajo kengî dest pê bike.

Divê were gotin Tirkiyeyê jî ji bo geştyarên Îraqî biryareke bi vî rengî standibû.

Li gorî biryarnameya Serokkomariya Tirkiyeyê, Îraqiyên ku temenê wan di bin 15 salî de ne û temenê wan ji 50 salî mezintir in dê bê vîze derbasî Tirkiyeyê bibin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye