Iraqê qedexeya hatûçûnê heta meha Remezanê dirêj kir

Lijneya bilind a tenduristî û selametîya niştimanî (Lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa korona) hejmarek biryar derxistin û qedexeya hatûçûnê heta meha Remezanê dirêj kir.

Navenda Nûçeyan - Lijneyê beyanameyekî de ragehand, biryar dane qedexeya hatûçûnê li bajarên Iraqê heta meha Remezanê dirêj bibe û berî hatina Remezanê jî dê lijne bicive û biryarên pêwîst derbixe.

Civîn bi serokatîya serokwezîrê demkî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî de bi rêya video konferansê ve birêve çû û biryarên hatin dayîn waha ne;

-Dirêj kirina dema qedexeya hatûçûnê heta destpêka meha Remezanê ango heta dawîya heftîya pêş.

- Piştevanî kirina hewldanên tenduristîyê bo tekoşîna li hember vîrusa korona.

- Pêşwazî kirin û vegerandina wan Iraqîyên li welatên cîhanê ne û ji ber vîrusa korona nekarîne vegerin.

- Asankarî kirin bo berpirsên wezareta kiştûkal bo rêdayîna wan a hatûçûnê, ku serpereştîya demsala dirûna genim û ceh a cotyaran bikin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e