Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin

.

Li Tirkiyeyê îro 174 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 29 hezar û 132 kesên din jî bi şewbê ketin. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heya niha 13 hezar û 14 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane. 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. 

Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 174 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 29 hezar û 132 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 13 hezar û 14 ye û hejmara nexweşan jî 474 hezar û 606 e.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e