Îro 4emîn salvegera dagîrkirina Efrînê ye

.

Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, di 20 Çileya 2018an de êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, Efrîn hat dagîrkirin. Ji hezar welatiyên Kurd zêdetir kes di encama dagîrkirinê de li Efrînê şehîd û birîndar bûn, ji 250 hezar welatiyan zêdetir jî, bi neçarî derbider bûn. Heta niha jî binpêkirinên mirovî li Efrînê berdewam in û bi hezaran welatiyên Efrînê hatine revandin.

Artêşa Tirkiyê, di roja 20.01.2018an de, bi top û moşekan gund û navçeyên Efrînê Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran û bombebaran kirin û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, dest bi êrîşa bejahî li ser Efrînê kirin.

Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxana Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.

Amarên hatine belavkirin destnîşan dikin, ji ber êrîşê ji 300î zêdetir welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn û ji 700î zêdetir sivîl jî birîndar bûn. Herwiha zêdetir ji 250 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de man û beşek di jî li heman deverê di kampan de hatin bicihkirin.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, piştî şerê 58 rojan, di roja 18ê Adara 2018an de, derbasî bajarê Efrînê bûn û dagîr kirin û dest bi dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Ji roja 18ê Adarê ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefê de dijîn. Bi mebesta standina pereyan ji malbatên Efrînî bi hezaran xort û keçên Kurd ji aliyê komên çekdar ve hatin û tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor amarên çalakvanan, ji 7 hezaran zêdetir welatiyên Efrînê di vê heyama borî de hatine revandin û heta niha çarenivîsa ji 2 hezaran zêdetir welatiyan ne diyar e.

Herwiha, bi hezaran Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de tên bicihkirin û demografiya Efrînê tê guhertin. Bi sed hezaran darên zeytûnan hatine desteserkirin û bi hezaran jî darên zeytûn û meyweyên din hatine hilkirin û qutkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdaran ên girêdayî wê ve, piraniya cihên şûnwarî yên Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyê bi amûrên kolandinê yên mezin hatine kolandin û wêrankirin. Li gor çalakvanên di warê şûnwaran de, entîke û şûnwaran ji Girê Cindirêsê, Keleha Nebî Horî, Keleha Semanê û Şikefta Duderî hatine dizîn û ji aliyê komên çekdaran û bazirganan ji bo derveyî Efrînê hatine derxistin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê belav kiriye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ji 50î zêdetir cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û ji 20 hezaran zêdetir perçeyên entîka dizîne û veguhastine Tirkiyê.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din. Nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê, piraniya wan giran bi alavên kolandinê hatine kolandin û têkdan û komên çekdar beşek ji wan giran jî kirine navendên serbazî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di van her 4 salên dagirkirina Efrînê de, ji ber topbaran û bombebarana artêşa Tirkiyê û kiryarên komên çekdar:

  • Nêzîkî 700 sivîlan hatine kuştin
  • 7 hezar û 400 kes hatine revandin ku çarenivîsa nîviya wan nediyar e
  • 68 dibistan wêran bûne
  • 28 pêgehên şûnwarî hatine jinavbirin
  • 15 mezargehên olî li gel hejmareke goristan têk çûne
  • 1 milyon 300 hezar darên biber û bêber hatine birîn

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike