Îro Cejna Serê Salê ya Êzdiyan ‘’Çarşema Sor’’ e

.

Cejna sere sala Êzî (Çarşema Sor) yek ji cejnên diyar a kurdên êzdî ye û her sal di meha Nîsanê de birêve diçe. Ji bo wê jî îro 20.04.2022yê li hemû saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhnvedan ango betlaneya fermî ye.

Li gor baweriya êzdiyan li gor salnameya kurdî ku piştî 13ê Nîsanê (13 Nîsanê li gor salnameya kurdî dibe 1ê Nîsanê) çarşema li yekem a meha Nîsanê dibe rojan cejna sersalê, ji ber wê jî îsal roja 20ê Nîsanê dibe yekem çarşema piştî 13ê mehê û dibe cejna sersala êzî.

Cejna sere sala êzdî Çarşema Sor li malan û bi taybet jî li perestgeha Laleşê bi gelek merasîman ve birêve diçe û êzdî li seranserê cîhanê re berê xwe didin Lalaşê. Piştî nîvro roja cejnê ciwanên êzdî bere xwe didin çardewrê çiyayên li perestgeha Laleşê û gulên cuda cuda yên demsala buharê kom dikin û li ber deriyên biçûk ên perestgeha Laleşê datînin.

Vê rojê de 365 xizmetkarên perestgeha Laleş demjimêr 5:00ê êvariya Çarşema Sor ve bi awayekî xwebexş 365 çirayan wek sembola rojên salê di perestgeha Laleş de pêdixin.

Ava zimzim yek ji wan kaniyên perestgeha Laleşê ya ku dikeve nav şikeftê û ji pênc kaniyên avê tê, jin û zilamên êzdî cuda cuda û grub grub ji wê kaniyê destên xwe dişon û ser û rûyê xwe bi wê avê ter dikin û li gor baweriya êzî ew tê wê wateyê ku xwe ji gunehên ku kirine paqij dikin.

Di vê cejnê de hemû malên êzdî 50 heta 200 hêk dikelinin û piştre bi rengên cuda rengîn dikin û ew wek amajeyekî ye ji bo destpêka çêbûna rûyê erdê bi hemû rengan ve, ji bo wê jî hêk bi rengên xwezayî yên buharê ve tên renk kirin. Malbatên êzdiyan di vê cejnê de piştî temambûna merasîman wan hêkan vediguhêzin bo ser gorên miriyan û beşek ji wan jî wek xêr û qenciyê li ser hejaran tên belav kirin.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir