Piştî dest ji kar berdana şaredarê navçeya Artuklu ya parêzgeha Mêrdînê yê AKPê Abdulkadir Tutaşi sibe endamên encûmena wê şaredariyê şaredarê nû tê hildibijêrin. Rêxistina Mêrdînê ya Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinan bibe.
Şaredarê navçeya Artuklu yê AKPê, Abdulkadir Tutaşi roja 26ê Temûza 2022ê peyamekê ragihandibû ku ku wî ji ber sedemên tendirustiyê dest ji kar berdaye. Piştî destjikarberdana şaredarê Artukluyê biryar e sibe 29ê Temûza 2022ê şaredarekî nû ji aliyê endamên Encûmena Şaradariya Artuklu ve bê hilbijartin.
Di wê hilbijartinê de 31 endamên Encûmana Şaredariyê ji bo hilbijartina şaredarê nû deng didin ku 10 ji wan endamên HDP, 20 ji wan endamên AKPê ne û yek ji wan jî serbixwe ye.
Berî hilbijartinê îro 29ê Temûza 2022ê rêxistina Mêrdînê ya HDPê bi daxuyaniyekê ragihand tevî ku hejmara endamên encûmenên wan ên şaredariyê kêm in lê encam çi be jî ew dê careke din bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.
HDP di daxuyaniya xwe de dibêje: “Weke tê zanîn Serokê Şaredariya Artuklu yê AKPyî ku piştî hilbijartinên 31ê Adara 2022ê des bi kar kiribû di 26ê Temûza 2022ê hatiye neçarkirin ku dest ji kar berde. Tevî ku pirsgirêkên tendirûstî weke hincet nîşan dabin jî lê eşkere ye ku destjikarberdana wî ji ber krîzeke nerêvebirinê ye. Gendeliyên ku li şaredariya Artuklu zêdebûne û li şûna xizmeta gel bîrhatina wê şaredariyê bi karên neyasayî û aloziyên di navbera endamên encûmna şaredariyê de rewşeke wiha derxistiye holê ku bûye sedema windakirina gelê Mêrdînê. Divê êdî kesekî wiha li şaredariya Artuklu bicih bibe ku xizmeta xelkê bike. Di vî warî de kî çi bibêje bila bibêje em dê weke HDP bi berbijêrê xwe beşdar bibin.”
Şaredarê berê yê Artukluyê Abdulkadir Tutaşi di peyama xwe ya destjikarberdanê de gotibû “Hembajariyên min ên xoşewîst, ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustî, min dest ji Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê berda (efuya xwe xwest).” Lê beşek ji aliyên siyasî jî dibêjin Tutaşi ji ber hinek dosyeyên gendeliyê, aloziyên di navbera wî û endamên encûmena şaredariyê, dana îhaleyên şaredariyê bo kesên ji malbata xwe û dabînkirina çavkaniyên şaredariyê bo kesûkarên xwe ji aliyê berpirsên bilind ên AKPê ve neçar hatiye hiştin ku dest ji kar berde.
Rûdaw