Navenda Nûçeyan- Li sinûra 10 parêzgeha naverast û başûrên Îraqê, xwenîşanderên Îraqê daxwaza guhetina sîstema sîyasî û dûkevtina hizban ji desthelatê û çaksazîyan dikin.
Biryare evro li Bexdayê xwenîşandana milyonî li Bexda bihêt encamdan û têda daxwaza pêkanîna hikumeteka bihêz û encamdana çaksazîyên temam di desthelata sîyasî, rêveberî û abûrîya welat bihêt kirin.
Çalakvan û rêkxerên xwenîşandanan li Bexdayê amadakarî kirîne û cade bi durişm lafîteyên corbicor xemlandine.