Îro me xatir ji Abit Gürses xwest - Ikram Delen*

.

Ikram Delen / Swêd

Em îro bi dilekî şkestî ji kek Abit Gurses xatir dixwazin. Xemgînîya me giran e. Taybetî van du salên dawîyê me her roj dua û dazwaz dikir ku Abit ji wê şirpenca kambax rizgar bibe. Wî jî gelek li berxwe da, mixabin têra nekir

Me Rejnamevan, nivîskar û rewşenbîrêkî hêja winda kir. Xusara me mezine û zehmete cîyê yek wek Abit bê tije krin. Ezê lêre çent bûyerên di nav jîyana Abit de bûyî binim ziman, ku hem tesîr li me û li wî kirin e.

Abit bajarê Bedlîsê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya sereta li wê derê temam dike û dûre diçe bajarê Muşê li mekteba ziraetê wek teknîsyenê ziraetê dîplom digre û dibe karmendê dewletê .

Abit di wê wezîfa xwe de li gelek bajarên Tirkîye û Kursitanê digere. Ew li Denizli, Rıze, Aydin û li Dîyarrbekirê kar dike. Ev karê wî dibe sebep ku Abit tecrubekî civaknasî werdigre û herweha elaqe û kontaktên xwe yen sosyal û sîyasî pêşta dibe. Abit di vê peryodê de tevlî xebata sendikayî dibe û herweha li gel gruba Rizgarî i elaqe çêdike..

Di sala 1978 ê li Dîyarbekirê wek nûnerê kogra komela Ziraetvanên Tirkîye tê helbijartin û hate Enqerê. Min û Abit wî wextî hev û du nas kir. Ji Kurdistanê 4-5 nûner (delege) hatibûn wê kongrê. Me bi hevre cîvîn çêkirin. Di nav wan de yê herî balkêş û enerjîk Abit bû. Pêşniyar hat ku ew bibe qisekerê wan.. Abit li ser navê gruba Kurdistanê pêyam û pêsnîyar birin kongrê. Xeberdana wî ya li kongrê û daxwazên wan gelek balkêş bûn û deng vedan.

Xebata wî ya vê kongrê nîşan da ku edî Abit dinav gruba Rizgarî de bo karên piralî û bilintir xortekî hazir û çalak e. Rastî jî wisa bû... Piştî demekî em grubek ji Rizgarî weqetîyan, Abit di nav gruba Rizgarî de ma.

Sala 1980 ê serokên Rizgarî hatin girtin. Abit yêk ji wana bû ku barê giran yê grubê dikeve ser milên wî. Hatina cunta leşkerî barê wî garntir dike. Abit derdikeve Surîye yê li wê derê bi harîkarîya Battal Battê karê hat û çûna ser sinur organîze dike, û dibe nunerê Rizhgarî yê wê derê. Gelek caran bi qaçaxi diçe Tirkîyê û vedigere. Heya 1984 ê li Surîye yê karê rexistinî û sîyasî didomîne. Di heman salê tê Swêde.

Abit li Swêde jî li gel hevalên xwe dest bi karêkî nû dikin. Ew dixwazin rojnamekî Kurdistanî derbînin. 1986 ê de rojnama Kurdistan Press derdixin. Eva destpêka wî ya rerjnamevanî yê ye.

Edî Abit le gel karê sîyasî wek rojnamevan tevdigere. û rastî jî dibe nivîskar û rojnamevaneekî jêhatî. Abit di vê peryodê de gelek karên hêja dike. Di rojnamê de Abit nivîsên bê nav an ji bi navê A. Fevzî dinivîvîsin.

Mevanên hêja Abid di wê demê li hemû parçen Kurdistanê digere û li gel serok û şexsîyetên kurd hevdîtin û hevpeyvînan dike. 1986 de diçe Tehran û Racanê û derbasî başur dibe, li gek Kak Idris û kak Mesud Barzanî hevdîtin dike. Kar û xebata pêşmerge dişopîne. Herweha li gel Dr. A. Qasimlo, mam Celal Talabanî, Şex Izettîn Huseynî Hemîdê Hecî Derwêş, Rewşen Bedirxan u gelek kesên din ve elaqe danî. Evya nasîn û zanîna wî ya li ser Kurdistanê kûr kir û pêşta bir.

Mêvanên heja ev xebata Abit û hevalên wî ne tenê dijminatîya dewleta Tirk kişand ser wî , herweha hesudî û dijminatîya xêrnexwazan jî kişand ser xwe. 1987 de li Hollandayê Rizgarî şeva Newrozê çêdike, alîgirên PKK êrêşî wana dikin û Abit bi gulle birîndar dikin. Abit bi salan eş û azara wî fîşekî û wê brînê kişand.

Abit 1987 de dibe endamê komîteya navendî ya tevgera Rizgarî. Lê 1991 Ew û xwedîyê kovara Rizgarî kek Ruşen Arslan li gel gurubek hevalên xwe ji Rizgarî vediqetın.

Piştî salekê bo alternatîvek nu, li gel çend grubên din dibe damezrênerê Hevgirtin -PDK bakur, Ya ku kek Hemreş Reşo bu serokê wê. Di 1996 an de ji nav vê xebatê derket û wek kesayatîyeki serbixwe karê sîyasî û rojnamevanî domand. Wî di gelek rojnname malperande gotarên xwe belav kirîne. Ew endamê Sendikaya Rojnamevanên Swêdê û herweha endamê Yekitîya Niviskarên Kurd li Swêdê bû.

Mevanên hêja Kek Abit heta 24 salîya xwe zimanê kurdî ne dizanî. Şênîyên bajarê Bedlîsê hêj di dewra Osmanîyan virde bi zimanê Tirkî diaxivin. Lê Abit zû fêrî kurdî bû û hindek gotarên wî jî bi zimanê Kurdî ne.. Abit Kiteba xwe ya bi navê " Kultureke Polîtîk û Paradigmayeke nû" bi kurdî nivîsîye. Ev kitêb netîca darîştina tecrube, zanîn û keda wî ya 45 salan ne..Ez hîvîdarim ku nivşê nû vê berhemê bixwînin û feyde jê werbigrin..

Ezê behsê piralî û mirovhezî, dostanî û çawanîya wî nekim. Piranîya we di mesajên serxweşîyê de ew anîne ziman. Lê yek hevalekî wî heye ku 40 sale di hemû kar û xebatan de bi hevre meşîyane û wek destebira ne. Ew nivîskar û rojnamevan Kek Cetin Ceko ( Ceyhun Arslan ) e.

Kek Ceyhun ji bo Abit weha dibêje :

" Abit li tiştên borî mêze nedikir çavên vî li pêşerojê bû.Wî li ser navê tu kesê şûrê xwe ne kişand û ne bi serê kesên din bi serê xwe di fikirî . Rastîya ku pê bawer bû parast û ji xulamtî û murîd bunê nefret dikir"

Kurê Abit Miranê hêja, bo babê xwe weha dibêje " Babê min ser hemûyan re ji du tiştan hez dikir: yek malbata wî, ya din ji Kurdistan bû"

Ev gotıninana sexsîyeta Abit Gurses têra xwe zelal dike.

Em jî dibêjin ew lawê Kurdistanê ye. Xebat û fedakarî û camêrîya wî wê neyê ji bîrkirin. Di dîroka azadîya Kurdistanê de cîyek Abit yê bi rûmet wê her daim hebe.

Henderîn xan, Mîran û Goran carek din serê we sax be.

Birayên Abit, kek Seid, kek Suat û kek Engin serê we û malbata we sax be.

Em beşdarê xema we ne..

Bila ruhê Abit şad û cîyê wî beheşt be.

 

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin