Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Tirkîyê 4ê Gulana 1937ê biryara Operasyoneke berfireh ji bo Dêrsimê dabû. Piştî serhildanên Şêx Seîd û Agirîyê, Dêrsim hîn jî nehatibû kontrolkirin û dixwestin xweserîya xwe ku sedan sal bû wergirtibûn berdewam bikin. Piştî biryarê, bi êrişên asîmanî û bejahî Dêrsim tê şewitandin û bi gazên jehrî tê bombebarankirin. Li gor amarên çavkanîyên serbixwe 60 hezar kes hatin kuştin û dehan hezar kes jî hatin sirgunkirin û jin û zarok dîl hatin girtin
4'ê Gulana 1937, Hikûmeta Tirkîyê civîyabû û biryara Operasyona Komkujîya Dêrsimê dabû. Dêrsim wê demê sînorên hin navçeyên bajarên Erzincan, Sêwas, Çewlîg, Meletî û Xarpêtê li xwe digre. Navçe ji gelîyên kûr û çîyayên bilind pêk tê û wek war û welatê Kurdên Elewî tê binavkirin.
Komara nû ya Tirkîyê, piştî şikestina serhildana Şêx Seîd, sala1925, bi plana Îslahata Şerqê, her cure nasnameya netewî û mezhebî red kirin û Tirkbûn û Tirkperestî bo her kesekê ferz kir. Her çend di ser re 12-13 sal derbas bûbûn jî, xelkê Dêrsimê xweserîya ku sedan salan bidest xistibûn berdewam dikin. Bacê nadin, naçin serbazîya neçar û ketina serbazan navçeyê qebûl nakin.
Di dema Osmanîyan de xweserîya Dêrsimê hebû. Ji sala 1876 heta şerê yekemîn yê cîhanê 11 operasyonên Osmanîyan bê encam mabûn. Kurdên Elewî li Dêrsimê bi dehezaran Ermenî ji komkujîyê jî rizgar kiribûn, ku ev hemû Dêrsim di dilê komora nû ya Tirkperest de, dikir kuleke mezin.
Wek gava yekem ya êrişan, sala 1935 Qanûna Wîlayeta Tuncelî hat derxistin û navê navçeyê ji Dêrsimê kirin Tuncelî. Daxwaza bac û serbazîya neçar jî Dêrsimî hêrs kirin û li deverê hin êriş encam dan.
Hikûmeta Tirkîyê 4'ê Gulana 1937 biryara operasyona kontrolkirina seranserê Dêrsimê dide. Herekata Tenkîl ya Dêrsimê. Bi beşdarîya 50 hezar serbazan operasyon destpê dike. Pişt re rojane bi firokeyan dever tê bombebarankirin. Lê Dêrsim nakeve. li ser vê 13'ê Îlona 1937 bi armanca danûstandinan Seyîd Riza û rêveberên herêmê bo Erzincanê tên vexwendin. Bi gihiştinê re tên desteserkirin û piştî du mehan 15'ê Mijdarê li Xarpêtê tên bidarvekirin.
Li gor agahîyan, berîya darvekirinê, Kemal Ataturk li Xarpêtê serdana Seyîd Riza dike û poşmanbûnê dixwaze. Berîya darvekirinê ev gotinên Seyîd Riza dikevin dîrokê: Min dek û dolabên we, lîstikên we fêm nekirin, ew ji min re dibe derd, lê min li hember we jî xwe neçemand, bila ew jî ji were bibe derd.
Li gor yasayên wê demê, ji bo darvekirinê temenê Seyîd Riza mezin e, yê kurê wî Husen biçûk e. Temênê Seyîd Riza tê biçûkkirin û yê Husên jî tê mezinkirin û her du jî tên bidarvekirin.
Piştî darvekirinê, operasyonên duyem û sêyem jî tên kirin. Operasyona dawî 6'ê Îlona 1938 dibe, ku wek operasyona paqijkirinê tê binav kirin. Di operasyonan de gazên kîmyayî tên bikaranîn. Hemû gelî û şikeft tên bombebarankirin û jehrîkirin. Sabîha Gokçen firokevana wê demê dibêje, fermana kuştina hemû gîyanweran hatibû dayîn.
Li gor amarên fermî, di "Terteleya Dêrsimî" de 13 hezar û 860 sivîl û berxwedêr hatine kuştin û 12 hezar kes jî hatine sirgûnkirin. Lê lêkolînên serbixwe didin xuyakirin, herî kêm 60 hezar kes di êrişan de hatine kuştin û ewqas jî hatine koçberkirin û bi hezaran zarok û jin dîl hatine girtin ku çi bi ser wan ve hatîye, hîn jî nedîyar e.
K24