Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro termên 13 koçberên Kurd ji Îtalyayê bo Hewlêrê tên vegerandin, ku li roja Duşemê (17.06.2024) belema wan li Îtalyayê binav bû û ew xeniqîn.
Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi bizavên nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê ku ji bo dîtina terman û vegerandina wan ji bo Herêma Kurdistanê hatin kirin, îro (În, 02.08.2024) ew term ji bo Hewlêrê tên vegerandin.
Tevî wan rûdanan, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Mihemed Salih bi polîs û dezgehên peywendîdar ên wî welatî re di bizava lêgeriyana wan welatiyan de bû ên ku di wê belemê de binav bûbûn, wesa jî 40 term hatin dîtin.
Di nav wê hejmarê de jî, 13 kes hatin nasîn ku Kurd in, heşt ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê û pênc jî xelkê Rojhilata Kurdistanê ne. Ên ku hatine nasîn û îro termên wan tên vegerandin ev in:
Hejar Mihemed Ehmed
Deryaz Aram Omer Osman
Palewan Omer Ewla
Mîran Qadir Ehmed
Îlam Hawkar Mûsa
Aram Ebdulrehman Hemîd
Xunçe Mela Nebî
Mîlan Hacî Xidir
Hedîs Zincîrî
Makan Necefiye Necfirî
Muîn Elî Por
Pêşewa Derwêş
Pijman Nezmara
Medyaya Îtalyayê li roja Duşemê (17.07.2024) parve kir ku, belemeke koçberan li nav ava Îtalyayê binav bûye, bi dehan koçber winda bûne û hejmareke wan Kurd in. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her li destpêka wê rûdanê amaje da ku, dê vegerandina terman bi stûyê xwe ve girtiba.
K24