Îsal dê 50 mamosteyên Kurdî bên tayînkirin

.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lîsteya kontenjanên mamosteyan eşkere kir. Îsal dê ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî 15 mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin.

Ev du sal in li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo dersên bijarte yên kurdî kampanya tê meşandin. Kampanyayê encam da.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ku her sal 2-3 mamosteyên Kurdî tayîn dikir îsal 50 mamosteyên Kurdî tayîn dike. Ji van 35 mamosteyên Kurmancî û 15 jî dê mamosteyên Zazakî bin.

Saziyên Ziman ên Kurdî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesên navdar ev demek e li ser medyaya civakî bang li hikûmetê dikiririn û dixwestin beriya hilbijartinan 200 mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin.

Li aliyê din roja tayînkirina 45 hezar mamosteyan jî wek  8’ê Gulanê hate diyarkirin. Dîroka tayînkirinê ji aliyê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer ve hat eşkerekirin. Ozer got, "Em ê di navbera 2-6'ê Gulanê de tercîhên tayinkirinê yên berbijêrên mamostetiyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin."

Kurdistan Haberleri

QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
Serok Barzanî: Bêdewletbûna Kurdan sedema rûbirûbûna bi jenosîd û tunekirinê re ye
Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan