Navenda Nûçeyan- Li gor amarên heman rêxistinê li parêzgeha Silêmanîyê 19 karker, li parêzgeha Hewlêrê 11 karker û li parêzgeha Duhokê jî 9 karkeran di dema kar de jîyana xwe ji dest dane.
Li gor heman amaran 9 kes ji wan karkeran bîyanî bûn û li herêma Kurdistanê kar dikirin û ji ber bûyerên cuda yên kar jîyana xwe ji dest dane. Li gor amarên rêxistina Hengaw a mafê mirovan, ji wan 38 kesan 9 kesên jîyana xwe ji dest dane, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûne.
Basnews