ISIG: Di Gulanê de 139 karker mirine

.

Di pênc mehên destpêkê yên salê de herî kêm 738 karker mirine. Ev jî tê wê wateyê ku her roj kêm zêde 5 karker di dema karkirinê de dimirin.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên meha Gulanê aşkere kir.

Li gorî raporê di meha Gulanê de herî kêm 139 karker di dema karkirinê de mirine.

Di pênc mehên destpêkê yên salê de herî kêm 738 karker mirine. Ev jî tê wê wateyê ku her roj kêm zêde 5 karker di dema karkirinê de dimirin.

2 karkerên ciwan/zarok ku di meha Gulanê de can dane, temenê wan di navbera 15-17an de bû, yên 29 karkeran di navbera 18 û 29an, yên 62an di navbera 30-49an, yên 30an di navbera 50-64an, yên 10an jî 65 û berjir bû. Temenên 6 karkeran nehatine zanîn.

ISIGê diyar kir ku piraniya mirinên karkeran di beşa avahîsazî û çêkirina rêyan de pêk hatiye. Di vê beşê de 39 karker di dema karkirinê de mirine.

Her weha di beşa daristan/çandiniyê de 25 karker, guhestin 22 karker û di beşa metalê de 8 karker di dema karkirinê de mirine.

Siyaset Haberleri

Kerkûk.. Du teroristên DAIŞê berî xwe li nav xelkî biteqînin hatin kuştin
Li Silêmaniyê êriş: Kuştî hene
Nêçîrvan Barzanî: Divê her kes hewla hilbijartineke aram bide
Li Cûdiyê operasyona leşkerî!
UNAMI: Dê hemû alî beşdarî hilbijartinan bibin