ISIG: Di meha Çiriya Pêşiyê de 158 karker mirine

.

Li gorî raporî Meclîsa ISIGê di 20 salên ku AKP desthilat bûye de herî kêm 30 hezar û 224 karker di dema karî de mirine.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Çiriya Pêşiyê aşkere kiriye.

Rapor ji sê beşa pêk hatiye û rojeva raporê teqîna kanzaya Amasrayê bûye k udi encamê de 41 karker miribûn.

Li gorî raporî Meclîsa ISIGê di 20 salên ku AKP desthilat bûye de herî kêm 30 hezar û 224 karker di dema karî de mirine.

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm 158 karker di dema karî de mirin e. Her weha di deh mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm hezar û 521 karker di dema karî de mirine.

Bi aşkerekirina daneyên meha Tebaxê ve ji serê salê heta niha herî kêm hezar û 202 karker di dema karî de mirine.

Di Kanûna Paşiyê de 120, Sibat 109, Adarê de 122, Nîsan 129, Gulan 176, di Hezîranê de 189, di Tîrmehê de 171, di Tebaxê de 186 û di Ilonê de 160 karker di dema karî de mirine.

Ji sedî 94,42yê karkeran endamê sendîkayê nebûne

Ji karkerên ku di neh mehên destpêkê yên salê de mirine jê 1322 bi maeş(karker-fermanber) bûne, 199 jî cotkar û esnaf bûne. Wate ji sedî 87ê wan bi maeş bûne û ji sedî 13ê wan jî cotkar û esnaf bûne.

Ji karkerên ku mirine jê tene 85(sedî 5,58) kes serbi sendîkayê bûne, jê 1436(ji sedî 94,42) jî endamên sendîkayê nebûne.

Ji karkerên ku mirine jê 90 karkerên jin bûne û 1431ê wan jî mêr bûne.

Ji karkerên ku mirine jê 22 zarok bûne

 Di vê qonaxê de temenê karkerên ku mirine weha ye:

o   32 karker di navbera 15-17,

o   22 karker ji 14 û berjirtir,

o   250 karker di navbera 18-27

o    729 karker di navbera 28-50,

o    314 karker di navbera 51-64,

o    85 karker 65 û berjortir bûye.

o   Temenê 89 karkeran nehatiye zanîn.

Ji karkerên ku mirine jê 80 koçber/penaber bûne

Di deh mehên destpêkê yên salê de 80 penaber/koçberên karker mirine. Ji wan 37 karker sûriyeyî ; 17 karker afganîstanî; 4 karker ozbekistanî; 6 karker turkmenistanî, 3  Îranî, 3 rûsyayî;, karkerek azerbaycanî, belarûsî, endonezyayî, Iraqî, kuweytî, nîjeryayî, pakistanî, sirbîstanî, ûkraynayî û karkerek jî yewnanîstanî bûye.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir