ISIG: Di salekê de 66 zarokên karker mirine

.

Li gorî rapora Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) a mirina zarokan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di salekê de 66 zarokên karker canê xwe ji dest daye.

Her wiha di sektora çandiniyê de herî zêde zarokên Rihayî canê xwe ji dest daye.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) rapora mirina zarokan a di navbera Îlona 2023yan û Tebaxa 2024an de eşkere kir.

Herî zêde di sektorên çandinî û pîşesaziyê de mirine

Li gorî raporê di nav salekê de herî kêm 66 zarokên karker canê xwe ji dest daye.

Piraniya mirinan di sektorên çandinî û pîşesaziyê de qewimîne.

Di sektora çandiniyê de 20 karker û 4 cotkar bi tevahî 24 zarokan, di sektora pîşesaziyê de 17 zarokan, di sektora avahîsaziyê de 13 zarokan û di sektora xizmetguzariyê de 12 zarokan canê xwe ji dest daye.

Di sektora çandiniyê de piraniya zarokên canê xwe ji dest daye, ew zarok bûne ku ji ber germê xwestine xwe di kanalên avê de xwe hênik bikin û xeniqîne.

Piraniya zarokên ku mirine ji Rihayê ne

Piraniya zarokên di sektora çandiniyê de canê xwe ji dest daye ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ne.

Bi giştî li Stenbolê 7, li Rihayê 5, li Edenê 4, li Kocaeliyê 4, li Konyayê 4, li Enqereyê 3, li Qeyseriyê 3, li Çorumê 2, li Dîlokê 2, li Hatayê 2, li Meletiyê 2, li Manîsayê 2 zarokan û li her yek ji parêzgehên Semsûr, Aksaray, Antalya, Erdexan, Aydin, Balikesîr, Bartin, Êlih, Bayburt, Bursa, Çanakkale, Amed, Duzce, Edîrne, Xarpêt, Isparta, Karaman, Kilîs, Kutahya, Mêrsîn, Mugla, Nigde, Ordu, Şirnex û Zonguldakê zarokekî karker canê xwe ji dest daye.

Her wiha 5 zarokên karker ên koçber jî canê xwe ji dest daye ku 3 welatiyên Sûriyeyê, 1 welatiyê Îraqê û 1 welatiyê Turkmenistanê bûye.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir