Îsmaîl Beşîkcî: Dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike

.

 Civaknas û nivîskarê Tirk Îsmaîl Beşîkcî, li ser ‘pêvajoya nû ya çareseriyê’ ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike.

Li gorî gotina Îsmaîl Beşîkcî niyeta dewletê ew e ku bêyî daxwazên Kurdan bi cih bîne aştiyê bike.

Beşîkciyê ku wekî dostê gelê Kurd tê zanîn, ‘pêvajoya nû’ wekî xapandina dewletê bi nav kir û wiha got:

“Dewlet dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan, yanî bêyî ku daxwazên wan ên wekî perwerdeya bi zimanê zikmakî qebûl bike, aştiyê bike.

Di vê pêvajoyê de navê Ocalan bi kar tîne û qala mijarên wekî rakirina tecrîda li ser wî dike.

Armanceke wiha ya dewletê heye; dixwaze bêyî ku tiştekî bide Kurdan aştiyê bike.

Bêguman PKK jî ji mixatabgirtina Ocalan kêfxweş e.

Kurd jî divê zimanê xwe biparêzin, li her derê û her demê biaxivin.

Divê girîngiyê bidin ku zarokên xwe bi zimanê Kurdî mezin bikin û di her fersendê de behsa Kurd û Kurdistanê bikin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

KURD-KAV: Konferansa 'Li Kurdistanê Bîr û Baweriyên Ayînî' li dar dixe
Altan Tan: Dibe ku sînorên gelek welatan biguherin
CPT: Îsal 17 sivîl ji ber êrişên Tirkiyeyê şehîd ketine
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk: Îro pêwîstî bi hişmendîya neteweyî ya ku Kobanîyê rizgar kiribû heye!
Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê civîneke şêwirmendiyê li Hewlêrê kir