Dostê Kurdan Mamoste Îsmaîl Beşîkçî tekez dike ku dersa bijarte ya Kurdî gelek girîng e û divê malbat bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin. Mamoste Beşîkçî tekez jî dike, “Tenê bi fêrkirina zarokan Kurdî zindî dimîne.”
Civaknas û Nivîskarê navdar yê Tirkiyê Îsmaîl Beşîkçî li Stenbolê beşdarî weşana Rûdawê bû û behsa girîngiya dersa bijarte ya Kurdî kir.
Girîngiya fêrbûna zarokan
Mamoste Beşikçî amaje bi wê dike, li nav malê, bazarê û derve axaftina bi zimanê Kurdî, tiştekî baş e lê bes nîne ji ber ku ya pêşerojê diyar dike fêrbûna zarokan a zimanê Kurdî ye.
Îsmaîl Beşikçî ku temenê xwe ji bo kar, xebat û lêkolînên derbarê Kurd û Kurdistanê de terxan kiriye, li ser dersa Kurdî dibêje, “Ez gelek girîng dibînim ku malbat bo zarokên xwe dersa zimanê Kurdî yên bijarte hilbijêrin. Bê guman îro kurdên ku temenê wan 50, 60, 70 salî ne li kolanê, li bazarê û malê axaftina wan bi zimanê Kurdî gelekî başe lê ne bese. Ne rewşeke ku pêşerojê diyar bike.”
Li Îsmaîl Beşîkçî tişta ku pêşerojê diyar dike, “rewşa zarokan e. Ya girîng ew e ku zarok bi Kurdî biaxivin. Îro em li kolanên bajarên Amed, Êlih, Colemêrg, Wan, Riha, Gever, Nisêbîn, Melezgîr, Bazîd û Tatwanê bigerin, zarok li pêşiya mala xwe dema bi hevre dilîzin û pevdiçin bi kîjan zimanî diaxivin.”
Mamoste Beşîkçî hişyarî dide
Civaknas di dewama axaftina xwe de hişyariyê dide, zimanê zarokan ê li kolan û bazaran “eger ne Kurdî be di dema pêş de dê Kurd rûbirûyê pirsgirêkên cidî bibin” û tekez dike, “Ji bo vê yekê jî fêrbûna zarokan a zimanê Kurdî gelek girîng e.”
Mamoste Beşîkçî spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê bi giştî û peyamnêrê Rûdawê yê li Amedê Abdulselam Akinci dike, ji ber kar û xebata bo piştevanîkirina kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.
Civaknas Îsmaîl Beşîkçî amaje bi rola HezKurdê ya ji bo hişyarkirina xelkê dike bo hilbijartina dersa Kurdî û dibêje, “Di vê rûmal û kampanyayê de jî derket ku heta niha jî xelkekî zêde haya wan ji hebûna dersa bijarte ya Kurdî nebû.”
Rewşa Kurdî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, proseya dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî-Zazakî) dê heta 7ê Sibatê berdewam bike û îsal kampanyayeke berfireh ji bo piştgiriya hilbijartina dersa Kurdî birêve diçe.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi Kurdî bêpar in û partî, rêxistin û malbatên Kurd daxwaz dikin, zimanê Kurdî ne wek dersa bijarte, lê wek zimanê perwerdeyê cihê xwe di sîstemê de bigire û bibe zimanê duyem ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Li gor maddeya 42 a Destûra Tirkiyê, zimanê Tirkî, zimanê hemû welatiyan e û tekane zimanê fermî û xwendinê ye.
Dersa bijarte û giliyên malbatan
Her çiqas ji sala 2012an ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dersa bijarte ya Kurdî hebe jî, lê bi sedemên ciyawaz prose bi awayekî zelal nemeşiyaye û gelek sazî û malbat diyar dikin ku ev maf wek xwe nayê cîbicîkirin.
Di proseya dersên bijarte de her xwendekarek dikare yek dersa bijarte hilbijêre, eger dersek din bê hilbijartin, xwendekar nikarin dersa Kurdî hilbijêrin û li gor zanyariyên gelek malbatan ku ji Rûdawê re ragihandine, li gelek cih û dibistanan dersên olî li şûna dersa Kurdî li ser zarokên Kurd tên sepandin.
Li gor wan amarên li ber dest in, sala 2015-2016, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 77 hezar û 931 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartin (71 hezar û 616 xwendekar Kurmancî – 6 hezar û 315 xwendekar Zazakî). Lê heta niha tenê 59 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin ku 48 bo Kurmancî û 11 bo Zazakî.
Rûdaw