Îsmaîl: Danûstandinên bi PYNK “ne rasterast” berdewam in

Endamê Desteya Serokatîya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl radigihîne, danûstandina her alîyekî bi alîyê gerentîkar Amerîka û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re berdewan in

Endamê Desteya Serokatîya ENKSê û Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl li ser danûstandinên Kurdî – Kurdî ji K24 re ragihand, di qonaxa yekem ya danûstandinan de lihevkirin li ser nerîna sîyasî çê bû û ji bo qonaxa duyem jî hevtêgihîştinek çê bû ku rêkeftina Duhokê ya sala 2014an bibe bingeha danûstandin û rêkeftineke giştî li ser ava bibe.

Aşkere kir: Qonaxa duyem, qonaxa bicihkirinê ye, ji ber wê jî hinek zehmetî hene. Niha danûstandin bi alîyê gerentîkar Amerîka û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re berdewan in, lê ne di navbera herdu şandan de. Hêvîdar in di demeke nêzîk danûstandinên rasterast destpê bibin.

Dîyar kir jî: Her alîyek nerîna xwe derbarê vê qonaxa duyemîn de pêşkêş dike, bi taybet di derbarê lêvegerê û desthilat û rola rêveberîyê de. Ev mijar û hûrgilîyên wê pêwîstîya wan bi guftûgoya zêdetir heye.

Li ser roja Amerîka di van danûstandinên Kurdî – Kurdî de Îsmaîl da zanîn, danûstandin bi navbênkarîya Şandeyê Wezareta Derve ya Ameîrka berdewam e û her dem pêwendîya wî bi Wezîrê Derve Mike Pompeo re heye. Amerîka roleke gelekî girîng dibîne, ji ber ku ew kar li ser nêzîkbûna nerîna herdu alîyan di derbarê rêkeftinê de dike.

Li ser pirsa derbasbûna Pêşmergeyên Roj dîyar kir, ev xaleke sereke ya danûstandinan, lê hîna danûstandin di pirsên serbazî û ewlehîyê de çê nebûne. Di rêkeftina Duhokê de behsa wan mijaran bûye û ew xaleke sereke jî tê de, lê heta niha guftûgo di derbarê hûrgilîyên wê pirsê de nebûne. Vegera Pêşmergeyên Roj gelekî girîng e, herdu alîyan jî tekez kirine ku rêkeftina giştî ya bê îmzekirin, dê di ware sîyasî, rêveberî û serbazî be.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!