Roja 28ê Tîrmeha bûrî li bajarê Qamişlo, bi beşdarîya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt, Enîya Aştî û Azadîyê hat damezirandin.
Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Mihemed Îsmaîl li ser armanca ENKSê ji pêkanîna Enîya Aştî û Azadîyê ji K24ê re ragihand, yek ji armancên pêkanîna wê enîyê, pêkanîna hevrêzîyê di navbera pêkehateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Aşûrî, Kildan û Siryan de ye. Di vê qonaxa ku Sûrîye tê re derbas dibe de, pêkanîna vê bereyê gelekî girîng e, ji bo bi hev re bigihin nerîneke sîyasî ya hevbeş li ser pêşeroja Sûrîyê û parastina mafên pêkhateyên netewî tê de.
Îsmaîl dîyar kir jî, pêkanîna vê enîyê, piştevanîyek ji proseya sîyasî giştî ya Sûrîyê re di bin çavdêrîya navdewletî de ye, bi taybet her sê hêzên di wê enîyê de, nûnertîya beşeke mezin ji xelkê Sûrîyê dikin. ENKSê jî nûnertîya beşeke mezin a gelê Kurd li Sûrîyê dike û xebateke wê ya dûr û dirêj heye.
Îsmaîl amaje bi wê da, opozîsyona Sûrîyê niha di rewşeke lawaz de ye, damezirandina vê bereyê jî gaveke girîng e ji bo pêkhateyên cuda ên opozîsyona Sûrîyê bikarin bi hev re karekî hevbeş bikin.
ENKS ji bo Sûrîyê daxwaza sîstema ferderalîzmê dike û di daxuyanîya damezirandina Enîya Aştî û Azadîyê de sîstema “nenavendî” hatîye qebûlkirin, di wê derbarê Îsmaîl aşkere kir: başirîn çareserî ji bo Sûrîyeya pêşerojê, sîstema federalîzmê ye. Lê nerîna sîyasî ya Enîya Aştî û Azadîyê, ne tenê ya ENKSê ye, belkû ew nerîna hemû endamên wê ye. Hemû pêkhateyên di wê enîyê de li hev kirin, ku divê Sûrîyeya pêşerojê, bi sîstemeke nenavendî bê birêvebirin. Nenavendî jî sîstemeke vekirî ye û ne li dijî federalîzmê ye.
Herwiha Îsmaîl da zanîn, pêkhateyên Enîya Aştî û Azadîyê damezirandine, di meydana Sûrîyê de xwedî rol û bandor in û pêwendîya wan bi alîyên cuda ên opozîsyona Sûrîyê, herêmî û navdewletî re hene û di hemû ked û xebatên dozya Sûrîyê ên wek Komîta Destûrê û Desteya Danûstandkar de beşdar in û ti nakokîyên wan bi alîyên din ên opozîsyonê re nîn e.
Li ser pirsa, damezirandina Enîya Aştî û Azadîyê dikare bandorê li ser dîyaloga Kurdî – Kurdî a di navbera ENKS û PYNK de çê bike, Mihemed Îsmaîl tekez kir: Bandorê wê dê li ser danûstandinên Kurd – Kurdî erênî be, ji ber ku bi dîyaloga Kurdî – Kurdî re, pirsên Kurdî çareser dibe, herwiha herdu alîyên Kurdî bawerîya wan bi pêkvejîyana bi hemû pêkhateyên din re heye. Heger zemîneke baş di navbera pêkhateyên herêmê de peyda bibe, dê bandoreke wê erênî ji hemû alîyan re hebe.