Îspanya, Norwêc û Îrlanda wê dewleta Filistînê nas bikin

.

Norwêc, Îrlanda û Îspanyayê ragihandin ku ew ê li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 28ê Gulanê de Filistînê bi sînorên wê yên sala 1967an nas bikin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Îspanyayê da daxuyand ku bi biryara ku di civîna asayî ya heftane ya Lijneya Wezîran a 28ê Gulanê da bê dayîn, ew ê dewleta Filistînê bi fermî nas bikin.

Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store jî di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku bi Wezîrê Karên Derve Espen Barth Eide re li dar xist de got, "Hikûmeta Norwêcê biryar da ku Filistînê weke dewlet nas bike."

​​Piştî Norwêcê, Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris jî ragihand ku welatê wî dê dewleta Filistînê nas bike.

Harris di destpêka axaftina xwe ya  li ser naskirina dewleta Filistînê de got, "Îro Îrlanda, Norwêc û Îspanya radigihînin ku em dewleta Filistînê nas dikin. Niha jî her yek ji me dê ji bo pêkanîna vê biryarê gavên pêwîst yên neteweyî bavêje." 

Belçîka: Divê em jî nas bikin

Alîkara Serokwezîrê Belçîkayê Petra de Sutterê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê biryara Norwêc, Îrlanda û Îspanyayê ya ku naskirina dewleta Filistînê de nûçeyek parve kir û wiha got: "Divê Belçîka li pey Norwêc, Îrlanda û Îspanyayê be. Tevî mafê dewleteke serbixwe ya gelê filistînê, êdî dema naskirina mafê çarenivîsa gelê Filistînê ye.”

Her weha berdevkekî Hukumeta Maltayê ji rojnameya Times of Maltayê re axiviye û gotiye ku Malta dê amade be ku "dema guncaw hat" Filistînê nas bike.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Karên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di daxuyaniya xwe ya 9ê Gulanê de ji radyoya Îspanyayê re gotibû, Îspanya, Malta, Îrlanda û Slovenya wê dewleta Filistînê nas bikin.

Niha ji 193 welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ye jê 139 ku Tirkiye jî di nav de ye, dewleta Filistînê ku di 15ê Mijdara 1988an de damezrandina wê hat ragihandin, nas dikin.

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin