Îsraîl 2 milyar dolar daye Îranê da ku Iraqê birûxênê

Jack Straw Wezîrê berê yê Derveyê Britanya behsa hevbeşîyên Îsraîl û Îranê dike ku pêkve Iraqê birûxênin. Ji bo vê mebestê jî Îsraîl bihayê 2 milyar dolar çek daye Îranê.

Navenda Nûçeyan - Jack Straw Wezîrê berê yê Derveyê Britanya behsa hevbeşîyên Îsraîl û Îranê dike ku pêkve Iraqê birûxênin. Ji bo vê mebestê jî Îsraîl bihayê 2 milyar dolar çek daye Îranê.

Rojnameya Şarqul Ewsat daye zanîn ku Jack Straw Wezîrê berê yê Derveyê Britanya hevpeyvîneke televizyonê de eşkere kirîye ku Îsraîl û Îran li salên 1980 – 1988 an ya şerê Îran û Iraqê de di navbera wan de danustandina zanyarîyên leşkerî hebûye û ji bo têkbirina Iraqê pêkve kar kirine.

Straw daye zanîn ku wê demê Îsraîl bihayê 2 milyar dolar çek da Îranê. Her wiha Tehranê jî wêneyên avahîya navekîya Osirak daye Tel Avîvê û Îsraîl jî wê avahîya navekî ya Iraqê bombebaran kirîye.

Rojeva Kurd

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes