Îsraîl: Divê başûrê Sûriyê bibe herêma bêçek

.

 Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, Israîl Katz ragihand, baweriya wan bi serokê dema veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera nayê û got, divê başûrê Sûriyê bibe herêmeke bêçek.

Israîl Katz, îro 27ê Sibatê da xuyakirin, hêzên wan wê li çiyayê Şêx û hin xalên din bo demeke nediyar bimînin û da zanîn, girîng e başûrê Sûriyê bibe devereke bêçek.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê herwiha got, hêzên wan êrîşî hêzên Sûrî yên hewl dane li başûrê Sûriyê cî bigrin, kiriye.

Katz tekez kir, Îsraîl pabend e bi piştevaniya dostên xwe yên Durzî li Sûriyê û ew hewl didin ku pêwendî di navbera wan de berdewam be.

Herwiha Katz diyar kir, di plana wan de heye rê bidin Sûriyên nêzîkî Îsraîlê li Colanê kar bikin.

Kurdistan Haberleri

Kurdên Êzidî li Şirnexê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Bafil Talebanî: Ez hez dikim rêkeftina stratejîk di navbera PDK û YNKê de çêbibe
Li Şaredariya Beşîktaşê operasyon, 12 kes hatin desteserkirin
Yekîtiya Ewropayê navên 7 welatên ku ji bo dersînorkirinê ewle ne eşkere kirin
ENKS û şanda Brîtanî li Qamişlo civiyan