Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu gef li Îranê xwar û got ku em ji şêrr natirsin. Wekî din jî pêwendiyên me bi alema Ereban ya rûnerm re pir baş in.
Netanyahû wiha dewam kir: “Îro Îran li ber çavên Rojhilata Navîn wan kesên ku dibêjin em ê Îsraîlê tune bikin, destek dike. Îro ev tişt jî wezîfeya me ye ku em xwe biparêzin. Em xwe ji şeran dûr digirin. Lê belê heke şer were ber deriyê me, em ê jî bi hemî hêza xwe êrîş bikin.”