Îsraîl êrîş bire ser Şamê!

Li gor zanyariyên çapemeniya Sûriyê şeva borî artêşa Îsraîlê bi mûşekan embarekî çek û teqemeniyê ya nêzîk paytexta Sûriyê Şamê kir armanca êrîşê û ji ber wê 3 leşkerên wan birîndar bûne.

Televîzyona fermî ya Sûriyê belav kir şeva borî 25ê Kanûnê Îsraîlê li ser ezmanên Lûbnanê re bi mûşek embareke çek û teqemeniyê ya nêzîk Şamê kir armanca êrîşê û di encamê de 3 leşker jî birîndar bûn. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku çend mûşekekî Îsraîlê jî bi rêya mertala berevaniyê ve hatine teqandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî ew nûçe piştrast kir û eşkere kir: "Êrîşên şeva borî yên Îsraîlê de 3 embarên çek û teqemeniyê li başûrê Şamê bûn armanca êrîşê û tê gotin ku ew embar ên Hizbullaha Lûbnanî ne.’’

Artêşa Îsraîlê jî di Twitterê de ragehand: ‘’Mertala esmanî ya parastina artêşa Îsraîlê, li hember mûşekekê dijî esmanî ya li Sûriyê ve hate avêtin têk bir.’’

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin