'Îsraîl, Îranê li Sûriyê naxwaze'

Balyozê Israîlê yê li Rûsyayê Garî Korîn destnîşan kir, ku Israîl hebûna Îranê li Sûryeyê piştî bidawîbûna şerê DAIŞê qebûl nake û hebûna Îranê li Sûriyê Îsraîlê dilgiran dike.

Garî Korîn da zanîn, ku li gorî hin raporên navdewletî şerê terorê li Sûriyê qediyaye û got: "Heger şerê terorê li Sûriyê qediyabe, Îran niha li wî welatî çi karî dike?"

Berî niha sererkanya Rûsya ragihandibû, ku artêşa Rûsyayê bi temamî rêxistiya DAIŞê li Sûriyê ji nav biriye û tevahiya axa wî welatî rizgar kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin