Îsraîlê bersiv da Erdogan

.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bersiv da Erdogan û got: “Aktora emperyalîst û êrişkar, Tirkiye bixwe ye."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro di civîna koma partiya xwe de behsa liv û tevgerên Artêşa Îsraîlê yên li Sûriyeyê kir û got:

"Divê di serî de Îsraîl hêzên ku êrişî axa Sûriyeyê û gelê wê dikin demildest dawî li van çalakiyên xwe yên êrişkar bîne.

Berovajî vê yekê dê bandora encamên giran ên ku derdikevin hole ji bo her kesî ne baş be."

Gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê karvedanên Tel Evîvê li peyxwe anîn.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê heman rojê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

"Aktora emperyalîst û êrîşkar Tirkiye bixwe ye"

Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku ew hemû daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê red dikin û got:

"Aktora emperyalîst a êrişkar li Sûriyeyê (her wiha li Bakurê Qibrisê, Lîbya û deverên din ên Rojhilata Navîn) Tirkiye bi xwe ye û baştir e Serokkomarê Tirkiyeyê xwe ji gefên bêwate dûr bigire.

Dewleta Îsraîlê dê ji bo parastina sînorên xwe ji her gefekê re li ser tevgera xwe berdewam bike."

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'