Îsraîlê êrîş li hember Balefirgeha Şamê pêkanî: 5 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

.

 Di bombebaraneke Îsraîlê de bo ser Balafirgeha Navdewletî ya Şamê, 5 serbazên Sûriyê hatin kuştin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA ragihand, derengê şeva borî, Îsraîlê êrîşên mûşekî li dijî Balafirgeha Navdewletî ya Şamê û çend xalên başûrê Şamê li dijî sîstema berevanî ya esmanî ya Sûriyê encam dan.

Herwiha eşkere kiriye, Sûriye kariye beşek ji wan mûşekên Îsraîlê pûç bike û di encama êrîşên esmanî de pênc serbazên Sûriyê hatin kuştin û ziyanên maddî li cihê bombebaranê ketine.

Derbarê bombebarana Îsraîlê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, Îsraîlê kêlgehên El Xesûle yên li nêzîkî Balafirgeha Şamê û navçeya El Kîswa ya li derdora Şamê bombebaran kiriye, ku milîsên Îranî tê de cîgir bûn. Di encamê de heft milîs hatin kuştin ku pênc ji wan Sûrî bûn û du milîsên din Îranî bûn.

Îsal ev 25emîn car e ku Îsraîl êrîşên mûşekî li nav axa Sûriyê ecam dide.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn