îsraîlê êrîşî DAIŞê kir: 7 kuştî

Artêşa Îsraîlê ragihand, di bombebaranekê de wan 7 çekdarên DAIŞê kuştine, ku hewil dane, ji herêma Golanê ve derbasî nav Îsraîlê bibin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, komeke ji çekdaran hewil didan, ku ji bilindahiyên herêma Golanê ve derbasî nava axa Îsraîlê bibin, ku ji aliyê firokeyên şer ên wî welatî ve hatin bombebarankirin.

 

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, di encama vê êrişa esmanî de 7 çekdar hatin kuştin, ku ew guman dikin, ser bi rêxistina DAIŞê ve bin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes