Îsraîlê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Tirkiyeyê!

Hikûmeta Îsraîlê ji hemwelatiyên xwe xwest ji roja Yekşama bê heta heta 30ê Îlona 2018ê serdana Tirkiyê nekin.

Li gorî nûçeya malpera Times of İsraîlê, Bûroya Tekoşîna li Dijî Terorê ya Desteya Ewlekariya Nîştîmanî ya Îsarîlê ji welatên xwe xwestiye ji roja Yekşema bê, wate ji roja 09ê Îlona 2018ê heta 30ê Îlonê serdana neçin Tirkiyê.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hebûn û nêta grûbên terorîstî yên li Tirkiyê ji bo hemwelatiyên Îsraîlê gefeke bi potansiyel e.”

 

Bûroya Tekoşîna li Dijî Terorê ya Desteya Ewlekariya Nîştîmanî ya Îsarîlê ji hemwelatiyên xwe xwest di vê demê de bi heman hêcetan serdana Misir û Urdinê jî nekin.

 

Ev hişyarî di demekê de ye ku roja 9ê Îlonê Sala Nû ya Cihûyan dest pê dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin