Îsraîlê xalên hêzên Îranê li Sûriyê bombebaran kirin

.

Firokeyên Îsraîlê baregehên hêzên Îranê li derdora Şama Paytext û bajarê Quneyterê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê  binkeyên rêjîma Sûriyê yên hêzên Îranê lê bicih dibin li navçeya çiyayê Manê li başûrê Şamê û gundê Roceyne li başûrê Quneyterê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ziyanên mezin gihîştine wan baregehan û hejmarek çekdaran jî hatine kuştin.

Di vê derbarê de, ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, hêzên berevaniya esmanî rûbirûyî êrîşa dijminane ya Îsraîlê bû û tenê ziyanên madî çêbûn.

Pêr jî firokeyên şer yên Îsraîlê, xalên mîlîşyayên hêzên ser bi Îranê ve li bajarê Bokemalê yên nêzîkî sînorê Iraqê bombebaran kirin. Li gor zanyariyan,14 çekdarên Efganî û Iraqî hatine kuştin û hejmarek çekdar jî birîndar bûn.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes
Nûnerê Îranê yê li Sûriyê: "Bi Sûriyê re hevdîtinên me dewam dikin"