Îtilaata Îranê nahêle 5 Kurd werin berdan

.

 Îtilaata Îranê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê rê nade ku 5 Kurd ên ku ev 5 meh in hatine desteserkirin werin berdan.

Hêzên Îtilaatê li bajarê Baneyê roja 11.11.2021an li nav bajlr û li gundên Nicnêya Jor û Çomanê 17 Kurdên ku merivên hev hebûn desteser kirin.

Heta niha 12 ji wan kesan bi dayîna 200 milyon tumenan bi merc hatine berdan lê 5 kesên ku navên wan Seîd Reşîdî, Cemal Mirwetî, Kerîm Pizîşkî, Refîq Pizîşkî û Behzad Pizîşkî ne, heta niha jî li Girtîgeha Navendî ya Sineyê ne û nehatine berdan.

Kesekî nêzikî wan girtiyan ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê wî bê belavkirin ji Rûdawê re ragihand, Îtilaat zextê li Dadgeha Sineyê dike ku ew 5 kes neyên berdan.

Heman çavkaniyê herwiha diyar kir ku malbat her roj diçe û ji dadgehê daxwaza berdana wan bi dayîna pereyan dike lê her carê bi sedemên wek dadger ne li vir e yan jî biryar nedaye, azadkirina wan 5 Kurdan tê paşxistin.

Hat destnîşankirin ku ew kes ji ber alîkariya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin lê ew vê yekê red dikin.

Kesê nêzikî wan girtiyan ji Rûdawê re got, “Îtilaata Baneyê bêrêzî û îşkence li wan 17 girtiyan kiriye, me li Sineyê doz li Hêzên Îtilaatê vekiriye ji ber ku bêrêzî li merivên me kirine û li wan xistine.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Romana Bextiyar Elî ket lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê
Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
Li navça Hekîmhan a bajarê Meletiyê 100 heb mîh ji ber berf û bahozê mirin
Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire
Amerîka: Îran û komên girêdayî wê Îraqê ber bi şer ve dibin