Îsal li seranserê Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê Newroz di şertên OHALê de bi izîn hat pîrozkirin. Li bajarê Tirkiyê ya Izmirê li meydana navê ”Rojhilata Başûr” cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Polis yasax danibû ser cilûbergên kurdî. Malbatek bi zarokeka xwe ya piçûk çûn pîrozbayîya Newrozê, lê polis ji ber cilên kurdî ku li zarokê bû wê nexistin meydana Newrozê.