Nûnerê berê yê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de û nûnerê berê yê Amerîka bo Sûriyê dibêje, Washington ti carî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê nebûye, lê ji bûyerên ku ji wê demê ve li herêmê diqewimin dilgiran e.
Nûnerê berê yê Amerîkayê yê karûbarên Sûriyê û nûnerê berê yê Amerîkayê di hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de James Jeffrey îro Sêşemê li Washingtonê ji peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde re ragihand Dema ku Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê di sala 2018an de êrişî herêma Efrînê kirin, Washingtonê dilgiraniya xwe nîşan da û bang li herdu hêzên ku di şer de cih digirin kir ku çareseriyeke aştiyane bibînin.
Jeffrey got tişta ku li Efrînê diqewime ne tenê krîza navxweyî ya Sûriyeyê ye. Gelek pirsgirêkên din ên wekî Hola Kampa û Idlibê hene ku divê ji holê bên rakirin. Çareserî dê cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî be, ku tê de çend xalên sereke hene, ji wan jî nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyê.
Pirseke din a nûçegihanê Rûdawê ku ji James Jeffrey pirskir, têkildarî çekdarên DAIŞ'ê yên berê û jin û zarokên wan bû, ku niha li kampên di bin kontrola HSD'ê de ne.
Diplomatkarê berê yê Amerîkayî di derbarê vê yekê de got Divê hikûmet Iraqê û hikûmetên welatên din amade bin ku jin û zarokên çekdarên berê yên DAÎŞ'ê vegerînin welatên xwe.
Nûnerê berê yê Amerîkayê yê karûbarên Sûriyê û nûnerê berê yê Amerîkayê di hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de James Jeffrey bersiva pirsên peyamnerê Rûdawê Diyar Kurde da.
Rûdaw: Birêz James Jeffrey; li ser rewşa herêma Efrînê çi dibêjin? Washington ji rewşa li wir ne bi fikar e?
James Jeffrey: Berî her tiştekê spas, Amerîka ligel Rêveberê Serbixwe kar dike û ev jî gelek girîng e ku li Bakurê Rojhilatê welat de ye, lê Amerîka ti demekê ji aliyê leşkerî û herwiha îdarî ve li Efrînê beşdarnebûye ku dikeve Bakurê Rojavayê wî welatî. Niha ligel vê jî Amerîka nîgeran bûye bo gelek ew bûyerên li Efrînê çêbûne û dema Tirkiye di sala 2018ê de çû Efrînê jî me nîgeraniya xwe derbirî û me daxwaz ji herdû aliyan kir çareseriyeke aşitiyane bibînin, lê pirsgirêk ew e, dema tu behsa Efrînê dikî, Hol û Ruqban li başûrê Rojhilatê Sûriyê dikî, yan behsa Îdlibê dikî, çareseriya wê bo çendîn pirsgirêkên Sûriyeyê ew e ku civaka navdewletî tekeziya zêdetir li biryara Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2015ê de derçûye bikin, ku daxwaz dûbare rêkxistina wî welatî ye û destûreke nû û şêwirê di navbera opozîsyon û Rejîma Esed de dike. Em nikarin beşeke biçûk ji pirsgirêka Sûriyê çareser bikin, belku divê çareseriyeke lihevkirinê li ser hemû tiştekê hebe, ev jî ew e ku Neteweyên Yekbûyî biryarê dixwaze û hewil dide bidestbixe, divê hemû alî piştevaniyê bikin.
Rûdaw: Der barê çareserkirina girtiyên li kampên di bin kontrola HSDê de ne, çi dibêjin?
James Jeffrey: Berî hertiştekê çendîn cor zîndanî û desteserkirî hene. Eger tu bixwazî vê çawa çareser bikî, hîn jî hejmareke zêde ya destesekiriyên Iraqî hene ku divê Iraq wan bibe, desteserkiriyên welatên sêyem, ji Ewropa, Asyaya Naverast û welatên din ên li Rojhilata Naverast hene û divê wan jî bibin. Ew pirsgirêka ku tu behsa wê dikî, yên ku welatiyên Sûrî û endamên DAIŞê ne, dûbare divê biryarek hebe ku girîngiyê bi krîzên Sûriyê bide ku ji sala 2011ê ve hene û rê bi hebûna hikumeteke rewa li Sûriyê bide ku bikare kar bike. Di nav wan de destpêkirina proseya dadgehî ku ji aliyê hemû Sûriyan ve hatibe pesend kirin, ku niha ev hikumet nîne berpirsyariyên vê dosyeya dadê werbigire û wan kesan dadgeh bike, ji ber ku divê ew bên dadgehkirin û bo piraniya keysan, divê bên zîndanî kirin û cezayê tawanên xwe werbigirin, lê ev yek divê ji aliyê hikmeteke ku rewatiya wê hebe ve bê kirin ku niha me ew hikumet nîne.
Çavkanî: Rûdaw