Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey doh bi şev ragihand Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Pêşmergeyên Hêza Roj bi hemahengî li gel hêzên Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
James Jeffrey li ser pirsa di derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê de diyar kir ku bi agahdariya Amerîka û HSD, ji bo hêminkirina rewşê, Pêşmergeyên Rojava derbasî herêmê bûne.