Nivîskar Jan Dost gilî gazinên xwe li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û got, “Gunehkariyê bi heqê zimanê Kurdî dike.”
Nivîskarê Kurd ê ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ku demek e li Hewlêrê dijî piştî ku çû serdana Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Facebookê vîdeoyeke bi sernavê "derbarê bêxwedîbûna zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê" belav kir.
Jan Dost di vîdeoya xwe de behsa wê yekê kir ku li Herêma Kurdistanê zimanê Kurdî ne serdest e û got:
“Berî çend saetan ez li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bûm. Min hêvî dikir ku rewş ji sala çûyî çêtir be lê mixabin dîsa min dît ku zimanê Kurdî di rêza duyem de ye.
Di afîşên pêşangehê û nivîsên li wir hene de Kurdî ji Erebî biçûktir e û di bin Erebiyê de ye. Bi vî rengî jî ez dibêjim îmajekê dide ku zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê, li cihê zimanê Kurdî tê de azad û serbest e di dereceya duyem de ye, piştî zimanê Erebî tê.”
“Zimanê Erebî serdest e”
Jan Dost da zanîn ku ew yek ji wan kesan e ku bi Erebî dinivîse û jê hez dike û anî ziman:
“Min gelek caran gotiye Erebî jî wekî zimanê min ê dayîkê ye lê ji bo herêmek û parçeyekî azad a Kurdistanê divê ziman di pêşxistina milet û parastina nasnameya miletê me de faktorekî stratejîk be.
Şaşiyeke mezin e gava ku navê pêşangehê bi Kurdî were nivîsandin zirav û biçûk be û li ser wê Erebî gelekî mezin û diyar be.
Pêşangeh ne ya li welatekî Ereban e, ti welat vê qebûl nakin, li Almanya, Fransa, Malezya, Japonya, Çîn, Nîkaraguayê. Her welatek, her miletek zimanê wî di dereceya yekem de ye.
Ji ber ku ziman amûra parastina daxwazên me, xewnên me ye, wêje û kultûr tu çi bibêjî di zimên de tê parastin. Ev demek e ez li Hewlêrê, li Herêma Kurdistanê me, ez bala xwe didimê zimanê Erebî serdest e.
Mînak jî dema ku tu diçî supermarketan fatûra hemû bi Erebî ne, ev li ti welatî çênabe. Ev bi dîtina min xetayekî stratejîk e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê haya wê jê nîne ku haya wê jê hebe û neke gunehkariyê bi heqê zimanê Kurdî dike.
“Piştî 33 salan divê rewşa zimanê Kurdî bihata guhertin”
Jan Dost di vîdeoya xwe de behsa dîrokê û şoreşên Kurdî jî kir û got:
“Berî 111 salan Şêx Ebdulselamê Barzanî şoreşek li hemberî dewleta Osmanî da destpêkirin û di encamê de ew li Mûsilê hat bidarvekirin.
Yek ji daxwazên şoreşa wî serbestkirina zimanê Kurdî bû, mafên Kurdan heye ku li welatê xwe, li herêmên xwe bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û biaxivin.”
Piştî 33 salan azadiyê divê rewşa zimanê Kurdî gelekî bihata guhertin, divê zimanê Kurdî di her dever û mofirkê jiyanê de hebûya.
Gelek Pêşmerge, şervan û Kurdan xwîna xwe dan, ji bo ku ziman serbest bibe di heps û zindanan de wan bi destên rejîmên faşîst şkence dît. Serbestiya zimên ket destê me lê em zimanê xwe serbest nakin, em zimanê xwe bilind nakin, em zimanê xwe bi pêş naxin, ev bi dîtina min gunehkariyeke mezin e.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 21ê Sibata 2023yan ji bo ku biyaniyên li Herêma Kurdistanê dijîn fêrî zimanê Kurdî bibin û li hemû cihên taybet zimanê Kurdî berbelav bibe 2 biryar derxistin.
16emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê 17ê Nîsanê dest pê kir û dê heta 27ê mehê berdewam bike.