Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûrîyê James Jeffrey ragihand ew bo bakûrê Sûrîyê li ser formûleke dixebitin ku hem Tirkîyê hem jî hem kurdan memnûn bike. Jaffrey got ew li ser avakirina herêmeke ewle kar dikin ku tê de YPGyî wê tune bin, lewre ew Qendîleke duyem naxwazin.
Jaffrey li Washîngtonê agahî dan rojnamevanan û got "Em bi Tirkîyê re, li ser avakirina herêmek ewle li kûrahîya ser sînorê Sûrîyê dixebitin ku tê de wê YPG cih negire. Lewre Tirkîyê ji têkilîya YPGê ya bi PKKê re aciz e û em jî vê yekê fêm dikin. Serok Trumpî bi zelalî ev yek ji Erdoganî re rave kir."
EM NAXWAZIN ZIRAREKÊ BIGIHÎJE HSDÊ
Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûrîyê James Jeffrey herwiha eşkere kir ku ew li formulekê digerin ku hemû alîyan qebûl bikin û wisa pê de çû: "Lê em naxwazin ku hevpeymanên me HSD ku hinek ji wan kurd in, ji hin alîyan ve sepandinên xirab bibînin. Ji ber vê yekê, em li formûlekê digerin ku hemû alî qebûl bikin."
Jeffrey herwiha anî zimên ku, hêzên Amerîkî ku dê li Bakûrê Sûrîyê bimînin, erka xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam bikin û wisa got:
"Em ne li pey 'hêzeke aştîyê' ne. Em ji personelên Hevpeymanê daxwaz dikin ku alîkarîyên xwe bo têkbirina DAIŞê berdewam bikin. Bersivên erênî di vî warî de me wergirtin. Lê, peywir, têkbirina DAIŞê ye, ne birêvebirina herêmeke ewle ye.