Siddik Bozarslan
Piştî qetlîama Halepçe çêbû, Konferansa Îslamî ya Cîhanê li Kuveytê civînek çêkiribû. Çend roj piştî jenosida Halepçeyê jî, Zirveya Konferansa Îslamî li Kuweytê civîna xwe domand. Di civînê da bi nûnerên xwe wek serekwezîr ango serokdewlet, 42 dewletên musulman beşdarî kiribûn. Di wê zîrweyê da li ser şolên musulmanên Afganistanê, Filipinê, Filistinê, Sudanê, Rojavayê Trakyayê, Tirkên Qibrisê û Tirkên Bulgaristanê, heta Moritanyayê rawestîyabûn, gengeşe kiribûn û ji wan ra li çareserîyê gerîyabûn. Lê bi hevokek be jî qet behsa qetlîama Halepçeyê nekiribûn.
Di vê qetlîamê da çekên kîmyawî hatibû karanîn û di nav çend deqîqeyan da ji 5000î zêdetir mirov mirin û ji wan jî zêdetir birîndar bûn. Di vê qetlîamê da bi hezaran heywan jî telef bûn ku li herêmê dijîyan; erdnîgarîya herêmê bi carek da hat jahrîkirin. Piştî vê qetlîamê encama Konferansa Îslamî ya Cîhanê ji raya cîhanê ya çapemenîyê ra hat eşkerakirin. Di belavoka encamên konferansê da li ser mijarên (babet) cuda hatibû rawestandin ku yek ji wan mijaran asimilasyona dewleta Bulgaristanê li ser tirkan hatibû nivîsîn. Lê pir balkêş bû û cîyê îbretê bû ku qet behsa Qetlîama Halepçeyê nehatibû kirin. Ji ber ku beşdarvanên wê konferansê yek jê dewleta Îraqê bû ku qetlîama Helebçeyê pêkanîbû.
Normal e ku Konferansa Îslamî ya Cîhanê (ku wek nufûs milyarekunîv (1,5 milyar) musulman li cîhanê heye) li ser pirsgirêkên navxweyî û navberdewletî raweste, ji wan gelşên heyî ra li çareserîyan bigere û li gora hewcedarîyê têkeve nav hewildanên navberdewletî û navxweyî. Dîsa normal e ku konferanseke weha li dijî asimilasyona ku li nav erdê Bulgaristanê çêbûye, raweste û wê protesto bike. Lê tiştên nenormal ew e ku di nav dewletên beşdarvan da çar dewlet wek Turkiye, Îran, Îraq û Surîye ku her yek ji wan, di bin hukûmranîya xwe da li kurdan zulmê dikin, politika asimilasyonê pêktînin û mafên gelê kurd ên rewa wek perwerdeya bi zimanê dayîkê û mafên demokratik ên din ku di çarçoveya mafên mirovî û neteweyî da be jî jibo gelê kurd nasnakin û berewajê wê bi her awayî li ser gelê kurd zulma nedîtî pêktînin ku gelê kurd jî wek wan musulman e.
Bi awayeka rasteqîn, şerm û eybeke pir mezin e jibo hemî alema Îslamê ku gelê kurd derdora 50 milyon xwedî nufus e û di nav dewletên musulman da wek koleyên bênav dijîn; divê çareserîya pirsgirêka wan a netewî û demokratik were çareserkirin. Ew dewletên ku her tim behsa heqî û neheqîyan dikin û pesnê musulmantîyê dikin; qet naynin bîra xwe ku ew bûne koledarên Kurdan û her roj li kurdan teda û zulmê dikin û bûyera Halepçeyê jî wek bûyereka hovane ye ku qewimîye û li hemberî wê jenosîdê di carek da guhên xwe ker kirin, çavên xwe kor kirin û zimanên xwe lal kirin. Gelê kurd jî bêguman divê li ser vê jenosidê piralî raweste, bifikire û ji nû ve politikayên realist biafirîne û dost û dijminên xwe careka dî ji hev cuda bike.
Lê kurd dema nirxandineke piralî bikin, divê ew ji dervayê dewletên musulman, hêzên musulman ku ne xwedîyê hukum in û li ser erdnîgarîya alema îslamê dijîn jî bînin ber çavên xwe. Ji ber ku van hêzên musulman jî kêm zêde wek dewletên musulman li şola kurdî dinêrîn û ew jî naxwazin ku şola kurdî li ser erdnîgarîya Kurdistanê bi awayeke demokratik û adîlane were çareserkirin. Di nava van hêzên musulman da herî balkêş musulmanên tirk, ereb, ecem û beşek kurd in. Ji ber ku di nav van gruban da hema bêje hemî, di nuqtayek da wek hev difikirin: ”Îslamîyet, qîmetê nade qewmîyetê. Hemî kesên ku bawerî bi îslamê tînin, wek hev in, cîyêwazî nakin. Hemî bawermendên îslamî, tenê yek dewleteka îslamî dixwazin û wd…”
Heta dereceyek mirov fam dike ku çima îslamîyên tirk, ereb û ecem hedef û naveroka vê jenosaida Halepçeyê analiz nakin. Je ber ku ew hemî, li ser navên çi dixebitin, bila bixebitin; ew jî wek kargêrîyên dewletên xwe difikirin û 24 eyar nejadperest in. Lê ji wan jî zêdetir yên ku divê cîyê rexneyan û nirxandinê bin, hin îslamîyên kurd bi xwe ne. Ji ber ku van qirkirinan û hemî cureyên teda û zulman, hatine serê kurdan û ev bûye jîyana rojane ya kurdan. Jibo van kurdên me yên ku ji kirasê kurdayetîyê derketine û xwe dikin qurbana îslamîstên serdestê me, di çarçoveyeka teng da be jî li jêr ez çend Ayetên Qur´anê radixim pêşîya wan:
Ayetên Qur´anê çi dibêjin û 1,5 milyar musulman çi anîne serê kurdan? Ferqîyeta Apartheidê û Îslamizmê- Kemalizmê- Baasizmê!
Eger mirov tenê li van du Ayetên Qur´anê (Sûreyê Rûm, Ayet 22: ”Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê da jibo mirovên zana ders û îbret hene.” Sûreyê Hucûratê, Ayet 13: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.” binêre û kirinên dagirkerên Kurdistanê wek Turkîye, Îran, Îraq û Surîye ku li ser kurdan pêkanîne, muqayese bike; mirov bi awayeke zelal dibîne ku van nîzaman di eslê xwe da Qur´anê û dînê îslamê jî avêtine bin pîyên xwe û loma ew di emelê xwe da jî Xwedênenas in, rafizî ne.
Di vê hevoka dawîyê ya Sûreyê Hucûratê, Ayet 13 da (´Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.´) zelal xuya dibe ku ew kesên an civatên ku şexsîyetên xwe neparêzin, qîmeta wan li cem Xwedê jî nîne. Yanî kesên ku nasnameya xwe ya kurdînîyê naparêzin û jibo dewletbûna xwe nakevin nava têkoşînê, tu qîmeteke wan nîne û ew bixwazin nexwazin dê wek koleyan bijîn ku îro ew têda ne. Li gora vê hevoka dawîyê û bi giştî her du ayetan, ew kurdên me yên ku jibo qewmên dî dixebitin û çêkirina dewleta kurdî jibo xwe naxwazin, ew musteheqê koletîyê ne, ew hemî rafizî ne û ew hemî Xwedênenas in.
Lê helqeya nejadperestîya ku di pîleya hovîtîyê da hatîye serê kurdan, bi çarçoveya çar dewletên kolonyalistên Kurdistanê ve bi sînorkirî nîne. Digel zulma van çar dewletan, 50 welatên musulman ku endamên Yekîtîya Neteweyan in (di nav wan da FKO jî heye ku temsîla filistiniyan dike û digel Filistinê 22 dewletên erebî bi 400 milyon nufûsa xwe) ku tevayî xwedî 1,5 milyar nufûs e û endamên Yekîtîya Îslamê ne; heta nuha qet li dijê van dagirkeran tiştek negotine. Her wekî ku Konferansa Yekîtîya Îslamê li hemberî Jenosida Halepçeyê xwe ker û lal û kor kirin, hovîtîya van çar dewletan tenê temaşe kirine. Lê divê em li vir navê gorbihiştê Muammer Kaddafî bibîr bînin ku ew yek serekdewletekî bû ku doza serxwebûna Kurdistanê diparast û di wî derbarî da dîtinên xwe di çarçoveya navberdewletî da jî didan zanîn. Ji ber ev sedsal e ku van zaliman zimanê kurdî qedexe kirine, hebûna milletê kurd qedexe kirine, mafên demokratik û neteweyî yên kurdan qebûl nakin û teda û zulma nedîtî li ser gelê me domandine û wd..
Li vir divê em bi tîpên sor û mezin helqeyek çêkin û di nav wê helqeyê da bidin xuyakirin. Ew nejadperestîya ku li Başurê Afrikayê bi navê ´Apartheidê´ hatibû naskirin û derdora 50 sal li jîyanê mabû, sipîyên xwedî hukum ji reşikan ra weha digotin: ”Em sipî ne û hûn jî reşik in, rengên çermên me ji hev cîyê ne û loma divê em digel hev nejîn. Yanî taxên me yên jîyanê divê cîyê bin, otelên we, sinema, nexweşxane, dibistan, mekteb, zanîngeh divê cîyê bin, tren û otobusên ku sipî bi wan rêwîtîyê dikin, divê reşik bi wan rêwîtî nekin, divê ew nerin aşxane, restorant, kehwexane, kafeterya xwarin û vexwarinê nexwin û venexwin ku sipî li wir dixwin û vedixwin û hwd…”
Lê ji sala 640î virve civata kurdî ketîye bin rêvebirîya nîzama îslamê. Di encamê da ev bûye 1380 sal ku rêvebirîya nîzamên îslamî yên ereb, paşê jî ecem û tirlk li ser civata kurdî hukum kirine û di çarçoveya nejadperestîya di dereceya hovîtîyê da ji kurdan ra weha gotine: ”Divê tu digel min bijî, lê divê tu zimanê xwe, kultûra xwe bihêlî, înkar bikî, neparêzî; bi zimanê min, bi kultûra min bijî. Yanî divê tu bibî wek min, bibî tirk, bibî ecem, bibî ereb. Divê tu xwe înkar bikî. Divê tu dev ji xwe berdî. Jibo jîyanê rîyeka te ya dî tune û hwd…”
Li Turkîyê, li Îranê, li Îraqê (her çiqas di destûra Îraqê ya 1958an da hebûna kurd û zimanê kurdî bi resmî hatibe qebûlkirin jî) û li Surîyê ji kurdan ra weha hatîye gotin: ”Li Turkîyê, li Îranê, li Îraqê û li Surîyê hemî kes wek hev in. Ji tu grubeke dînî û etnikî ra cîyêwazî nayê naskirin. Hemî kes dikarin di karên kamûyê (giştî) da xizmet bikin. Hemî kes dikarin bibin memûr, mamoste, esker, zabit, general, walî, gelwekil, wezîr, serekwezîr, serekcumhur.. Lê her kes divê tirk be, ecem be, ereb be; ne ku kurd be… Yanî wek kurd tu nikarî bibî tu tiştek; lê wek tirk, wek ereb û wek ecem tu dikarî bibî her tişt!..”
Gelek vekirî û zelal e ku ev politika, pêvajoya tunekirin (imha) û kedîkirinê (asimilasyon- pişaftin) ye ku hatîye ajotin û ev jî nejadperestyîyek e; lê nejadperestîya di eyara hovîtîyê da ye ku ji politika ´Apartheidê pir pir dijwartir û xirabtir e. Navendên Ankara, Tahran, Baxda û Şamê, bi dehsalan vê politika xwe ya sextekarîyê bi gelek sazîyên navberneteweyî (Yekîtîya Ewrupayê, Konseya Ewrupayê, Koma Miletan û wd.) jî dane qebûlkirinê. Tê zanîn ku di vê çarçoveya sextekarîyê da bi salan e ku heqaretên mezin li kurdan hatîye kirin, biçûkxistina kurdan li pêşberî raya cîhanê hatîye raxistin.
Li jêr wek hun dê bibînin, numûneyên koletîya ne bi navlêkirî û nejadperestîya ku dîsa ne bi navlêkirî ji alîyê kargêrîyên musulman ve li ser civata kurd di radeya hovîtîyê da hatine karanîn; bi hezar caran ji politikayên apartheidê (nejadperestîyê) û koletîyê xirabtir in; ew pêvajoya ku 1380 sal e li ser hukum e, hê jî bi hovîtîyeke nedîtî berdewam e. Loma li jor min pêwist dît ku hin resmên hovîtîyê ku di jîyana civata me da cî girtine, raxînim pêşberî we hêjayan da ku nifşên nû ji wan dersên girîng bistînin.