Pêncemîn Mîhrîcana Fîlman a Babel a Navnetewî li Girava Sardînya ya Îtayayê hat lidarxistin.
5 fîlmên kurdî xelat wergirtin. Ji gelek welatan nêzî 70 fîlm tev li mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de bi giştî 11 fîlman xelat wergirtin.
Fîlmên kurdî ku xelat wergirtine:
Xelata Belgefîlma Herî Baş: "Nûjîn" (Veysi Altay)
Xelata Taybet a Jûriyê: "Binxet" (Luigi D'alife yê îtalyan)
Xelata Rasteqîniyê: "Bîra Min Têtin" (Selîm Yıldız)
Xelata Cîhanê: "Helebçe" (Ekrem Heydo)
Xelata Kurtefîlma Herî Baş: "Silence-Bêdengî" (Farnoosh Samadi û Ali Asgarî)
Derhêner Veysi Altay got ku ji Bask, Katalonya, Îrlanda, Filîstîn, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û gelek welatên din mirov tev li mîhrîcanê bûbûn û di mîhrîcanê de eleqeyeke zêde ji bo fîlmên kurdî hebû.
(ma)