Parlamentoya Iraqê duh bi şev di civîna xwe ya derbarê budceyê de ji 67 madeyan 6 madeyên projeyasaya budceya Iraqê ya ji bo sê salan pesend kir.
Piştî çend caran paşxistina civîna parlamentoya Iraqê ya derbarê budceyê de, duh bi şev civîn hat lidarxistin. Di civînê de projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya bo her sê salên 2023, 2024 û 2025 hat gotûbêjkirin û ji 67 madeyan tenê 6 madeyên projeyasayê hatin pesendkirin.
Li ser xalên budceyê yên taybet bi Herêma Kurdistanê nakokî hene.
Hikûmeta Iraqê ji sala 2003an ve ev yekem car e budceya sê salan amade dike.
Piştî pesendkirina 6 madeyan ji projeyasaya budceyê, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî dawî li civînê anî û ragihand, parlamento dê roja Înê 9ê Hezîranê di saet 13:00an de bicive û gotûbêjkirin û pesendkirina projeyasaya budceyê berdewam bike.
Biryar wiha ye îro demjimêr 13:00ê nîvro Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya derbarê projeyasaya budceyê de berdewam bike.
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Nermîn Merûf derbarê civîna parlamentoyê ya şeva bihorî de ji Rûdawê re got, di civînê de madeyên 1-3-5-6-7-8 hatine pesendkirin, madeyên 2 û 4 jî hatine hilgirtin daku nakokiyên li ser bên çareserkirin.
Di budceya nû ya Iraqê de dolarekî Amerîkî bi hezar û 300 dînar e
Li gor madeya yekem ji budceya nû ya Iraqê, her 100 dolarê Amerîkî li beramber 130 hezar dînarên Iraqî hatiye destnîşankirin.