Ji aliyê Almanyayê ve nexweşxaneya herî mezin a Koronayê li Silêmaniyê tê çêkirin

Ji aliyê Almanyayê ve nexweşxaneya herî mezin a Koronayê li Silêmaniyê tê çêkirin

Ji aliyê Almanyayê ve, li Silêmaniyê, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nexweşxaneya herî mezin a Koronayê dê were çêkirin.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî ragihand, vîrûsa Koronayê tu cih û sînor û ciyawaziyekê nizane û niha piraniya civakê weke pêketî an gumanlêkirî tê dîtin.

Berzincî diyar kir: “Daxuyaniyên xelet û şaşkirina welatiyan û dijayetîkirina rêkar û rênimayan û redkirina hebûna Koronayê, sedema sereke ya zêdebûna rêjeya mirinên ji ber vê vîrûsê ye.”

Wezîrê Tendirustiyê eşkere kir: “Derengxistina çûna nexweşxaneyê heta radeya xirabûna rewşa tendirustiyê ya nexweşên Koronayê, îhtîmala mirina nexweşan zêde dike.”

Saman Berzincî da zanîn: “Hemû derman û pêwîstiyên tibî ku Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê dabîn dike, rasterast ji aliyê dezgeha Kîmadya ya Iraqê ve li gor pîvanan bo parêzgehan têne dabeşkirin û rasterast bo depoyên pêwîstiyên parêzgehan têne şandin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne