Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê di brîfîngeke çapemeniyê de piştrast kir ku vekişîna YPGê ji Minbicê û damezirandina birêveberiyeke ji gelê herêmê di nav nexşerêya Pompeo û Çavuşogluyî de cih digirin.
Rayedarî ji rojnamevanan re got, "li gorî lihevkirinê, kadroya YPGê ya tev li birêveberiyê dibe dê vekişe û biçe, di şûna wê de dê hinek kesên ji gelê herêmê werin ku herdu alî jî li ser wan li hev dikin."
Agahî tên…