Balyozxaneyên Amerîka, Kanada, Holanda, Fînland û Norwecê yên li Tirkiyê piştî kirîza balyozan a ji ber daxuyaniya ji bo azadkirina Osman Kavala ragihandin ku ew pabendî maddeya 41 ya Peymannameya Viyenayê ne ku ew madde taybet e bi rêzgirtina li yasayên welatan. Erdogan ji ber daxwaza azadkirina Kavala, fermana dersînorkirina balyozên 10 welatan dabû.
Balyozxaneyên 10 welatan berî niha bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadkirina karsaz û çalakvan Osman Kavala kiribûn. Îro balyozxaneyên 5 welatan ji wan 10 welatan, her yek bi cihê daxuyaniyek din belav kirin û tekez kirin ku ew destwerdanê di karûbarên navxwe yên welatan de nakin.
Daxuyaniya yekem îro ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ve hat belavkirin ku tê de amaje bi daxuyaniya 18ê Cotmehê hat kirin û hat gotin, Amerîka “pabendî maddeya 41 a Peymannameya Viyena ye ku taybet e bi peywendiyên dîplomatîk.”
Piştî vê daxuyaniyê, balyozxaneyên Kanada û Holandayê jî heman peyam li ser hejmarên xwe yên Twitterê belav kirin û balyozxaneyên Fînland û Norwecê jî peyama Balyozxaneya Amerîkayê belav kirin.
Roja 18ê Cotmehê balyozxaneyên Amerîka, Kanada, Fransa, Fînland, Denmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadkirina karsaz û çalakvan Osman Kavala kiribûn.
Balyozên wan welatan, di wê daxuyaniya hevbeş de, piştevaniya xwe ji bo kesayetiyê diyar ê warê xêrxwaziyê li Tirkiyê Osman Kavala nîşan dabûn ku di zindanê de ye û daxwaza azadkirina wî kiribûn.
Wan dîplomatan ragihandibûn, ku girtina wî çalakvanê 64 salî, “tarîtî xistiye ser rêzgirtina li demokrasiyê, serweriya qanûnê û zelaliya sîstema dadweriyê li Tirkiyê.”
Daxuyaniya her 10 balyozxaneyan karvedanên zêde li pey xwe anîn û roja 23ê vê mehê jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wî ferman daye Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu ku ew 10 balyoz wek `kesên nexwestî` îlan bike, ku ev jî tê wateya dersînorkirina balyozan û biryar bû îro di civîna kabîneyê de biryar li ser bê dayîn.
Maddeya 41 a Peymannameya Viyena taybet e bi rêzgirtina li yasa û rêsayên welatan ku nûnertiyên welatên din destwerdanê di karûbarên naxwe yên welatê tê de ne nekin.
Osman Kavala
Osman Kavala ku li Parîsê ji dayik bûye, di Mijdara 2017an de bi tohmeta binpêkirin û hewldan bo hilweşandina Destûra Bingehîn a Tirkiyê û sîxuriyê hatibû girtin. Ew bi fînansekirina xwepêşandanên sala 2013an ên li Stenbolê dihat tohmetbarkirin, lê dadgehê ew ji wê tohmetê beraet kiribû. Lê Kavala careke din bi tohmeta beşdariya di hewla kûdetaya (darbeya) sala 2016an de ya li dijî Erdogan, hat girtin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2019an de biryara berdana Kavala dabû û Konseya Ewropayê jî hişyarî dabû Enqerê ku biryarê bi cih bîne yan jî dê pêvajoya dîsîplînê bide destpêkirin. Di hevpeyvîneke xwe ya dawî de ji AFP re, Kavala gotiye ku Konseya Ewrûpayê hêviya wî ya herî baş e ji bo berdanê.
Rûdaw