Baroya Amedê jî weke gelek baroyên Bakurê Kurdistanê ji bo parêzerên ku dixwazin fêrî rastnivîs û axaftina Kurdî bibin, bi riya Komisyona Ziman, dest bi kursên Kurdî kirin. 50 parêzerên endamên baroyê, heftiyê du rojan li 2 polên cuda fêrî zimanê kurdî dibin.
Komîsyona Kimanê Kurdî ya Baroya Amedê ji bo di proseya darizandinê de pêkanbûna parastina bi zimanê zikmakî kursa zimanê kurdî dan destpêkirin.
Li Tirkiyê di darizandinê de parastina bi zimanê zikmakî heta 2013an qedexebû, di 24 Çileya 2013an de bi derketina qanûna hejmara 6411 mafê parastina zimanê zikmakî hatibû qebûlkirin û ketibû warç cîbicîkirinl, lê kesên ku dixwestin parastina xwe bi zimanê zikmakî bikin mecbûrbûn ku heqê wergerê bidin. Baroya Amedê jî bi armanca rêgiriya li ber vê kêşeyê û ji bo ku di darizandinê de parêzer karibin palpiştîya wekîlên xwe bikin û hem jî bo parêzerên ku dixwazin Kurdî hînbibin qursa ziman vekirin.
Parêzer û mamosteyê zimanê Kurdî Mehmet Arak dibêje: “Ji sedî 90-95 belkî hemî parêzerên me Kurd bin, lê mixabin ji ber sedemên cûr be cûr ji zarokatîya xwe de hînî Kurmancî nebûne. Parêzerek ku endamê vê baroyê be divê karibe bi Kurmancî xwe di nav xelkê de baş îfade bike û divê ji zimanê gel jî ji problemên gel fêhm bike têbihîje û bêguman jêre çareserîyekî bibine”
Di halê heyî de qursa kurdî ya baroyê di du polan de rojên sêşem û pêncşemê heftê du roj in û 50 parêzer fêrî zimanê Kurdî dibin.
Parêzer û mamosteyê zimanê Kurdî Hazim Bozkûrt jî got: “Niha asta me asta yekemîn e. Niha em rêziman nişan didin. Jixeynî rêzimanê em axaftin û xwendina wan pêş dixin. Ji bo ku têkilîyên wan xurttir bibin di nivîsê de jî baş bibin. Armanca me ev e vê gavê.”
Beşek ji parêzerên ku diçin qursê Kurdî fêhmdikin, lê nikarin qise bikin, beşek ji wan, ne kurdî fêm dikin ne jî dikarin biaxivin, beşek jî Kurdî fêm dikin û diaxvin, lê nizanin binivîsin.
Parêzer Rozerîn Îçten jî dibêje: “Belê ez parêzere im hatime 27 salîya xwe lê hêj kurdî nizanim. Ev nayê meneya ku ezê hîn nebim. Ez hewl didim ku hîn bim. Belê rast e ev rewşek trajik e, lê belê divê bi vê rengî nebûya lê sedema vê yeke çiqas em bin ewqas jî dev û dor jî berpirsiyar e.”
Parêzer Mûhamed Polat Îçten jî got: “Piştî vî emre xwe hînbûna kurdî wijdana min diêşîne û min aciz dike. Lê ev xemgînî û acîziya wijdanî hinek be jî spartekek li min ferz dike ji ber wî jî heta ji desten min tên ez dixwazim kurdî hîn bibim.”
Parêzer Ridvan Kaplan jî dibêje: “Zîman tê ji bîrkirin, divê herkes zimanê dayîkê bizane.”
Parêzer Sumeye Kaplan jî got: “Ez parêzer im ez dixwazim mafê muwekîlê xwe bi zimanê dayîkê biparêzim.”
Parêzer Sîbel Ateş jî wiha axivî: “Zimanê zikmakî yê zarokan hem îfadeye girêdanek ji çanda wî re hem jî girêdanek bi civaka wî re jî îfade dike. Ji ber wî ew dê û bavên kurdî dizanin divê tekez bi zarokên xwe re kurdî xeber bidin.”
Li gel Baroya Amedê li çendîn baroyên bajarên din jî di bin banê Komisyona Ziman de kursên kurdî hatine vekirin û parêzererên ku kurd in lê kurdî nizanin hînî kurdî dibin.
Rûdaw