Ji Baroya Diyarbekirê serlêdana Kurdî bo malpera Xizmetên Dînî

.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Diyarbekirê, ji bo ku zimanê kurdî jî di malpera Midîriyeta Giştî ya Xizmetên Dînî de cih bigire, bi daxwaznameyekê serîlêdana îdarî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Midîriyeta Giştî ya Xizmetên Dînê ya bi ser Serokatiya Karên Diyaneta Tirkiyeyê ye, xizmeta xwe bi 7 zimanan dike, lê belê, zimanê kurdî di nav wan zimanan de nîne.

Baroya Diyarbekirê di heman daxuyaniyê de got, “Ji bo Zimanê Kurdî di nav xizmetên Diyanetê de cîh bigire Komîsyona Zimanê Kurdî serîlêdana îdarî kir.”

Her wiha bal kêşa ser vê serîlêdana xwe û got: “Em ê şopdarê vê meselê bin.” 

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir