Ji ber bêrêziya bi cilên Kurdî ji kar hat dûrxistin

Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, berpirsek ji ber ku bêrêzî bi cilûbergên Kurdî kiribû, ji kar hate dûrxistin.


Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, berpirsek ji ber ku bêrêzî bi cilûbergên Kurdî kiribû, ji kar hate dûrxistin. Parêzgarê Kirmaşanê jî biryar daye, derbarê vê bêrêziyê de lêkolîn bê kirin.
 
Rêveberê Giştî yê Bîmeya Civakî ya Parêzgeha Kirmaşanê, Hemîdriza Qasimî ragihand, Rêveberê Beşa Perwerdeyê ya vê rêveberiyê bi sedema ku li hember cilên Kurdî bêrêzî kiribû, ji kar hat dûrxistin.
 
Piştî wê bûyerê, nûnerê bajarên Cuwanro, Pawe, Ruwanser û Selasî Bawecanî, Şehab Nadirî ragihand, ev cara duyem e ku di wan demên dawiyê de li vê saziya hikûmetê bêrêzî bi cilûbergên Kurdî tê kirin. Şehab Nadirî ragihandiye, pêştir jî li heman rêveberiyê, fermanberek ji ber ku cilên Kurdî li xwe kiriye, ji avahiya rêveberiyê hatiye derxistin.
 
 
Kirmaşan parêzgeke Rojhilatê Kurdistanê ye ku navenda wê bajarê Kirmaşanê mezintirîn bajarê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ye û zêdetirî milyonek kes li navenda bajarê Kirmaşanê dijîn.


 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne