Ji ber berf û bagerê derîyê sînorî yê Hacî Omeran xitimî!

Mesûd Batêlî: Bila ti kes berê xwe nede sînor

Navenda Nûçeyan - Ji ber berf û bagerê derîyê sînorî yê Hacî Omeran hat girtin. Berpirsê gumrika Hacî Omeran jî dibêje, bila ti bazirgan û tûrîstek berê xwe nede sînor.

Berpirsê gumrika derîyê sînorî yê Hacî Omeran, Mesûd Batêlî ji televîzyona K24 re gotîye, ji duhî de zêdetirî 70 santîman berf li Hacî Omeran û li ser sînor barîye. Ji ber bagerê asta dîtinê gelekî daketîye ji ber wê jî hatin-çûn li dergehê Hacî Omeran hatîye sekinandin.

Mesûd Batêlî bang li bazirgan û tûrîstên Herêma Kurdistanê û Îranê kirîye, îro bi ti awayî berê xwe nedin sînor ji ber ku bagerek tund heye.

Di heyama çend rojên borî de herî kêm sê caran berf û bagerê derîyê sînorî yê Hacî Omeran xitimandîye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e