Navenda Nûçeyan - Piştî ku Tirkîyê ragihand, êdî sînorê xwe li ber koçberan nagire, çûna koçberên li wî welatî ber bi sînorên Yunan û Bulgaristanê ve berdewam e. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihandîye, ku divê welatên Yekîtîya Ewropayê jî pişka xwe ji wergirtina koçberan wergirin, daxuyanîya ku ji alîyê rayedarên ewropî ve rastî bertekên nerazîbûnê hat.
Biryara Tirkîyê ya vekirina sînorên xwe li ber koçberan, wiha kirîye ku bi dehan hezar koçberên ji Sûrîyê, Efxanistan û Îranê û hejmarek welatên din xwe bigihînin sînorên Yekîtîya Ewropayê, lê belê li ser sînorê Yunanê polîsê wî welatî rê nade ku koçber derbas bibin.
Fuad Ibrahîm yek ji wan koçberan e, ew dibêje: “Me bihîst ku sînor vebûye, lewma me berê xwe da sînor, me got, belkî em derbas bibin, Ez dixwazim biçim, ji ber ku ez 2 hezar lîreyên Tirkîyê werdigrin, têra min û zarok û hevjîna min nake. Ti alîkarî ji min re nayê û kirêya mala min giran e.”
Zêdebhna hejmara koçberan li ser sînor her ku diçe alozîyan jî zêdetir dike. Hêzên Asayişa Yunanê bi tundî regirî li koçberan dikin u di encama teqekirina hêzên Yunanê de koçberekî Sûrî yê ji Helebê yê bi navê Ehmed ebû Îmad jîyana xwe ji dest de, lê tevî hemû metirsî u zehmetîyên heyî beşeke zêde ya koçberan rijd in li ser çûna bo Ewropayê.
Muhammed Nurî jî dibêje: “Ev sê sal in ez li Tirkîyê dijîm, em çiqasî jî kar dikin, bê sûd e û ti paşerojeke me li vir nîne, em dixwazin derkevin. Me bihîst ku serok Erdogan sînor vekirîye û em dixwazin biçin Ewropayê.”
Hikûmeta Tirkîyê ku çend roj bûn asankarî ji bo derbasbûna koçberan dikir, piştî bertekan li gorî tedbîran çend rê li pêşîya koçberan hatin grtin.
Koçberê bi navê Zekerîya Ramadan jî dîyar kir: “Em xelkê Sûrîyê ne, xelkê Helebê ne. Dema 3 rojan e em li vir in û zarok jî bi me re ne. Em di rewşeke dijwar de ne û em nizanin dê çawan be. Niha em tenê çav li rê ne.”
Wezîrê Navxwe ya Tirkîyê Suleyman Soylu dibêje, hetan niha zêdetirî 100 hezar koçber u penaber ji Tirkîye derketine û xwe gihandine ser sînorê Ewropayê.
Partîya Gel a Komarî (CHP) gotinên Soylu weke bangeşe dibîne u debêje, hejmara koçberên çûyî gellek kêm e. Li gor hinek cavkanîyên nefermî ji dema biryara hikûmeta Tikeîyê ve, bi rêyên bejayî u deryayî 570 kes debrasî Yunanê bûne.
Rûdaw