Ji ber ku got 'Ev der Kurdistan e' îşkence lê hat kirin

Li Erdîşa navçeya Wanê, welatiyekî ku ji derûniya xwe ve nexweş e, li bankayekê, çima ku şeqamek li karkerê bankayê xistiye û gotiye 'Ev der Kurdistan e' hate desteserkirin û li emniyetê jî rastî îşkencê hat.

Li Erdîşa navçeya Wanê welatiyê bi navê Hakan Aydemîrê 29 salî ku ew ji derûniya xwe ve nexweş e, li bankayekê, şeqamek li karkerê bankayê xistiye û gotiye 'Ev der Kurdistan e' hate desteserkirin.

Piştî bûyerê polêsan ew birine Emniyetê û heta sibê jê pirsîne 'Ev der ku derê ye? û wî jî timî bersivandiye gotiye 'Ev der Kurdistan e' û heta sibê îşkence lê kirine.

 Aydemîr got: "Polîsên ji emniyetê her digotin 'ev der kuderê ye?' û her min jî digot 'Kurdistan e' ez îşkence dikirim." 

 
Aydemîr wisa axivî: Piştî qederekê polîs hatinebankeyê û got: "Polîsan ji min xwest rabim ser piya, lê ez ranebûm. Wexta zêde bi ser min de hatin, min jî seriyek avêt polîsekî. Paşê min li erdê dirêjkirin, qirika min jidandin, hindik mabûn min bikujin. Wexta min birin emniyetê min jî bi dengekî bilind got 'Ev der Kurdistan e.' Piştî vê dîsa li min dan. Bi saetan kîjan polîs hat û her ku ji min dipirsîn û min heman bersiv dida li min dan. Lêdan heta sibehê dewam kir. Di binçavan de xwestin Marşa Îstiklalê bi min bidin xwendin.. Ji ber min nexwend li min dan." 
 
Min li emniyetê jî got derûniya min nebaş e, lê belê li min dan. Bi kulman û copan li min dan. Hîn jî şûna îşkenceyê li pişta min heye. Ji ber ez ji ser hişê xwe çûm nayê bîra min bê ez çi qas îşkence kirime. Derûniya min nebaş e, ji bo vê dermanan dixwim. Lê dîsa jî guh nedan min. Piştî kêliyekê êdî polîsan bi darê zorê gotina 'Ev der Kurdistan e' dan gotin. Wexta min got, li min dan." 
 
(MA)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin