Ji ber lixwekirina cil û bergên Kurdî, rejîma Îranê salonên dawetê mor dike

.

Îdareya Îtilaatê (dîsîplîn) ya Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi hevkariya îdareya çavdêriyê, gef li xwediyên salonên dawetên ên li Rojhilatê Kurdistanê xwariye da ku kes “cil û bergên ji Kurdî yên ji rengê xakî” di wan de li xwe neke û kefiyan nexe stûyê xwe de.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku di van rojên borî de, îdareya Îtilaatê ya Rejîma Îranê, gef li birêvebir û xwediyên salonên dawetên ên li Rojhilatê Kurdistanê xwariye, da ku kesên tên salonên wan “cil û bergên Kurdî yên ji rengê xakî” li xwe neke û ”kefiyên belek ên Kurdî” nexe stûyê xwe de. 

Çavkaniyên Hengawê yên li bajarê Sine dane zanîn ku ji ber vê pêkûtiyê, di meha borî de salonek heta 3 hefteyan û yeke din jî heta 2 hefteyan hatiye daxistin hatiye morkirin û gef li xwediyên wan hatiye xwarin ku eger ew rê bidin vê yekê, salonên wan dê heya demeke dirêj bêne morkirin.

Di destpêka meha Kanûna 2025an de herî kêm 58 Kurdistanî li bajarên Mehabad, Bokan û Pîranşarê ku xizmên wan kesan bûn yên ku di “Tevgera Jin, Jiyan, Azadî”yê de canê xwe ji dest dabûn, bi hinceta ku “cil û bergên wan ên ji rengê xakî” û “kefiyên wan” sembola partiyên Kurdî ne, dadgehên rejîmê di heqê wan de lêpirsîn dabû destpêkirin û bangî wan kiribûn ku îfadeyê bidin.

Piştî ku dadgehên rejîmê di heqê wan de lêpirsîn dabû destpêkirin, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, gelek kesan cil û bergên ji yên wan li xwe kiribû û bi vîdeoyan piştgiriya xwe bo wan anîbû zimên.

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê